Rêveberiya Xweser têkildarî êrişa li dijî rojnamevanan daxuyanî da

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî rojnamevanan şermezar kir û diyar kir ku ev êriş dijbertiya dewleta Tirk a li azadiya ragihandinê û mafên mirovan îsbat dike.

Rêveberiya Xweser têkildarî êrişa li dijî rojnamevanan daxuyanî da
24 tebax, 2024   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî êrişa duh a dewleta Tirk a dagirker a li Silêmaniyê ya li dijî rojnamevanan û şehîdxistina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn û 6 rojnamevan jî birîndar bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî  hate kirin ku li hember êrişên domdar ên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bide.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide rojnamevanên rastiyê aşkera dikin bêdeng bike. Hate gotin, ji her kesî ve diyar bûye dewleta Tirk a dagirker hewl dide destkeftiyên gelan têk bibe.

Di daxuyaniyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî rojnamevanan hat şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êriş binpêkirina pîvan û peymanên navneteweyî yên têkildarî parastina rojnamevanan e.

Her wiha destnîşankirin ku êrişên li ser rojnamevanan dema li ser erkên xwe bin, sûcek bê hicet e û binpêkirina azadiya rojnamegeriyê ye û hewldaneke sîstematîk e ji bo bêdengkirina heqîqetê ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, ev êriş hewlesta Tirkiye ya li dijî azadiya rojnamegeriyê û mafên mirovan îsbat dike.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî hat kirin ku li hemberî êrişên domdar ên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

(şx)