Komîteya Jinan a NCRI’yê: Li Îranê çar rojan carekê jinek tê darvekirin

Komîteya Jinan a NCRI’yê da zanîn ku ji destpêka salê ve li Îranê herî kêm 38 jin hatine darvekirin. Tenê di 2 mehên dawîn de 14 jin hatine darvekirin.

Komîteya Jinan a NCRI’yê: Li Îranê çar rojan carekê jinek tê darvekirin
24 cotmeh, 2025   13:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Îranê di 9 mehên pêşîn ên sala 2025’an de nêzîkî hezar û 175 girtî darve kirine. Li gorî rapora Îlona 2025’an a Komîteya Jinan a Konseya Berxwedana Neteweyî ya Îranê (NCRI), 38 jin û 7 zarok hatine darvekirin. Tenê di navbera Tîrmeh û Îlonê de, 14 jin hatine darvekirin.

Li gorî nûçeya Özgür Politikayê, rapora Komîteya Jinan a NCRI’yê destnîşan kir ku ji destpêka sala 2025’an ve herî kêm 38 jin li Îranê hatine darvekirin. Di navbera 30’ê Tîrmehê û 30’ê Îlonê de, rejîmê 14 jin darve kirin anku her çar rojan carekê jinek hatiye darvekirin.

Di sala 2022’yan de 15 jin, di sala 2023’an de 26 û di sala 2024’an de 34 jin hatine darvekirin.

Hejmara giştî ya darvekirinan di sala 2022’yan de bi qasî 578, di sala 2023’yan de 850, di sala 2024’an de 1000 û tenê di 9 mehên pêşîn ên sala 2025’an de bi qasî hezar û 175 kes hatine darvekirin.

Komîteya Jinan a NCRI bang li civaka navneteweyî û parêzvanên mafên mirovan kir û got ku: "Divê darvekirina jin û girtiyên siyasî were rawestandin. Divê gihîştina jinên girtî bi lênêrîna bijîşkî ya tavilê û bêkêmasî were garantîkirin û divê pêşî li mirinên ji ber xemsariyê were girtin. Girtîgeha Reviyayî ya li Varaminê ku wekî navendeke îşkenceyê ji bo jinan tê zanîn, divê bi lezgînî were kontrolkirin. Divê rejîma olî neçar bimîne ku li gorî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan tevbigere."

Di navbera 16 û 25’ê Îlonê de, Sumayya Rashîdî, Cemîla Azîzî, Soudabeh Asadî û Maryam Shahrakî li Karçakê ji ber redkirina dermankirina bijîşkî an derengketina veguhestina wan a nexweşxaneyê, mirin. Bi dehan jinên girtî yên li Karçakê ku di nav de Maryam Akbarî Monfared jî heye, tevî ku ji nexweşiyên giran ên wekî penceşêrê dikşînin, nikarin dermankirinê bistînin. Navên ku hatine gotin, tenê dozên derketine holê ne. Gelekên din ji hêla rejîmê ve têne veşartin an jî wekî xwekuştin têne nîşandan. Niha bi dehan girtiyên jin ên siyasî ku piraniya wan di navbera 60 û 70 salî de ne, li Girtîgeha Qerçekê tên astengkirin. Çend ji wan, Şîva Esmaîlî, Fatima Ziyayî, Merziye Farsî, Parvîn Mîr Asan, Zehra Safayî û Meryem Ekberî Monfered in.