Li çiyayên Zagrosan coşa Newrozê

Gerîlayên yên Kurdistanê agirê Newrozê careke din li çiyayê Zagrosan geş kirin.

Li çiyayên Zagrosan coşa Newrozê
22 adar, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Çiyayê Zagrosan ku yek ji herêmên herî kevn ên bicihbûnê yên dîroka mirovahiyê ye, gerîlayan agirê Newrozê dadan û cejn pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de wateya çandî û dîrokî ya Newrozê hate destnîşankirin û işaret bi têkiliya Newrozê ya bi têkoşîna azadiyê re hate kirin.

Di peyaman de her wiha hate ragihandin ku Newroz di heman demê de ji bo azadiya Rêber Apo û yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd gelekî girîng e.

Agirê Newrozê yê ku li çiyayên Zagros ê bilind bû, weke yek ji peyamên herî xurt ên Newroza 2026'an hate destnîşankirin.