Komîsyona Meclisa Tirkiyê bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya

Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî ya Meclisa Tirkiyeyê bi rojeva têkildarî hevdîtina Îmraliyê civiya.

Komîsyona Meclisa Tirkiyê bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
4 kanûn, 2025   15:02
NAVENDA NÛÇEYAN

“Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Netewî” ku li ser banga Rêber Abdullah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê hatiye avakirin, têkildarî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan û pêşniyarên partiyên siyasî yên ji bo verastkirina qanûnî civiya.