Di êrişa dewleta Tirk de kolberek hat qetilkirin

Kolberê Kurd Hisên Dewletxwa yê ji gundê Yarmeqî ya ser bi bajarê Makû ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama gulebarana leşkerên Tirk de hate qetilkirin.

Di êrişa dewleta Tirk de kolberek hat qetilkirin
4 kanûn, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên xwecihî, roja 1’ê Kanûnê kolberê bi navê Hisên Dewletxwa yê ji gundê Yarmeqî ya bajarê Makû ya Rojhilatê Kurdistanê, li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên dewleta Tirk ve hate gulebarankirin û jiyana xwe ji dest da.

Hate diyarkirin ku bêyî hişyariyek were kirin Hisên Dewletxwa hatiye gulebaran kirin ku li nav xaka Rojhilatê Kurdistanê qewimiye.

Hêjayî gotinêye ku ji bilî gulebaranê, hêzên dewleta Tirk ji bo êrişkirin ser welatiyên sivîl, dronan bikartînin.