Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket

Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî ya Şehîd Şiblî bi beşdariya 70 hespan li dar xist.

Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî li dar ket
13 mijdar, 2023   18:05
QAMIŞLO

Îro Mîhrîcana Hespên Resen ên Erebî ya Şehîd Şiblî, ji aliyê Yekitiya Werzîşê ya Herêma Cizîrê û hin siwaran li gundê Umêrî yê bakurê navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo ve li dar ket. Di mîhrîcanê de 70 hespên resen hene.

Di mîhrîcanê de malbata şehîd Şiblî Şiblî yê ku di encama hedefgirtina mala wî ya li Dêrikê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve di 27'ê Cotmeha borî de şehîd bûye, şêniyên herêmê û nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn.

Siwar bi hespên navdar wek; Dihêman, Edhem, Saqir, Enîd, Matûq, Mucahid û El Esmer tev li mîhrîcanê bûn.

Siwaran ji 1`ê heta 4'ê Mijdarê navên xwe ji bo beşdariya di mîhrîcanê de tomar kiribûn.

Di mîhrîcanê de pêşbaziya hespan ku ji 7 geran pêk tê, li dar ket. Tê de hespan hezar û 400 metre baz dan.

Siwarên serkeftî li gor 3 qonaxên pêşîn bi xelatên manewî hatin xelatkirin.

Têkildarî mîhrîcanê, organîzekerê pêşbaziyê Mihemed El Taî destnîşan kir ku ev mîhrîcan ji bi parastina kultûr û hespên resen, girîng e.

(mh/şx)

ANHA