Komên Helebê fêrî govendên gelêrî yên Bakur dibin
Endamê tevgerên çand û hunerê yên li Helebê li dijî siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên qirkirina çandî, fêrî govendên gerlêrî yên herêmên Bakurê Kurdistanê dibin.
Dewleta Tirk a dagirker ku bi hemû rêbazan hewl dide çand û hebûna gelê Kurd ji holê rake, 27’ê Tîrmehê li bajarên Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê û Mêrsînê ya Tirkiyeyê 15 kes ku govendên kurdî digerandin û stranên kurdî digotin bin çav kirin.
Li hemberî êrişên qirkirina çandî yên li ser gelê Kurd, Tevgera Hîlala Zêrîn a Çanda Jinê bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo yên li Helebê dewreyeke fêrkirina govendên herêmên Bakurê Kurdistanê vekir.
Ji Tevgera Cemîl Horo û Tevgera Hîlala Zêrîn 27 endam tev li dewreya perwerdeyê bûne. Endamên tev li perwerdeyê bûne dê di nava herî kêm 15 rojan de fêrî govendên gelêrî yên bi navê "qûre, bagiyê, milanî, koçerî û şemamê" yên taybet bi herêmên Botan, Amed, Wan, Mardîn û Gumgumê dibin.
Endamê Koma Stêrkên Efrînê Horîk Elo tev li perwerdeyê bûne, diyar kir ku ew bi fêrbûna govendên taybet ên herêmên wan piştgiriyê didin Kurdên Bakur.
Elo siyasetên tirsandin, revandin, piştaftin û êrişên li ser çanda Kurdî ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne şermezar kir.
Horîk Elo di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku wekî endamên Koma Stêrkên Efrînê Newroza sala bê li Bakurê Kurdistanê pîroz bikin.
Endama Tevgera Hîlala Zêrîn Saya Osman anî ziman ku ew endamên koma govendên gerlêrî hewl didin xwe pêş bixin û govendên herêmên din jî nas bikin.
Saya spasiya mamosteyên ku li ser perwerdeyê disekinin kir û wiha domand: "Tê zanîn ku dewleta Tikr li Bakurê Kurdistanê stran û govendên Kurdî qedexe dike. Em vê dewreya perwerdeyê wekî gavekê ji bo parastina çanda Kurdî ji hewldanên dewleta Tirk a dagirekr a faşîst ên qirkirina nasname û çanda Kurdî dibînin. "
Saya Osman piştgiriya xwe "bi têkoşîna gelê Bakur ya parastina nasname û çanda Kurdî" re anî ziman.
(bb)
ANHA