Gulistan Kiliç Koçyîgît: Qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e

Serokwekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît qetilkirina rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şermezar kir û got: “Berpirsyarên komkujiyê AKP û MHP ne. Tiştên ku Tirkiye dike sûcê şer e.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Qetilkirina rojnamevanan sûcê şer e
26 tebax, 2024   14:08
NAVENDA NÛÇEAYN

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, têkildarî rojevê, li Meclîsa Tirkiyeyê civîna çapemeniyê lidar xist. 

 Koçyîgît, têkildarî xebatkarên Çapemeniya Azad Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên di êrişa dewleta Tirk a dagirker de hatin qetilkirin axivî û wiha got: “Ez dixwazim xebatkarên Çapemeniya Azad ên ku pênûsa xwe li erdê nahêlin, li qadan, meydanan û qadên têkoşînê ji bo mafê gel ê agahîwergirtinê tevî şert û mercên zehmet ên li tevahiya cîhanê, yên ku ji eniyên şer weşan dikin û çi dibe bila bibe gavekê jî paşve navêjin silav dikim."

 ‘TIRKIYEYÊ SÛCÊ ŞER KIR’

 Koçyîgît, da zanîn ku dewleta Tirk bi êrişa li dijî rojnamevanan “sûcê şer” kiriye û wiha domand: “Ev înfazeke bê daraz e. Heke hûn bi SÎHA’yan biçin û li qada hewayî ya welatekî din cih û warên sivîlan hedef bigirin û di encama wê hedefê de hûn xebatkarên Çapemeniya Azad, rojnamevan û mirovên li wir dijîn bikujin, ev yek weke înfaza bê daraz tê binavkirin. Di şer de jî dest li rojnamevanan nayê dayîn. Lê mixabin Tirkiyeyê li Silêmaniyê gelek caran cihên sivîl lê dijîn, wesayîtên sivîl hedef girtine, mirovên li wir, xebatkarên Çapemeniya Azad ên li wir qetilkirine, sûcê şer kiriye.

 ‘BERPIRSYARÊN KOMKUJIYÊ AKP Û MHP NE’

 Berpirsyarê komkujiyê desthilata AKP’ê û MHP’ê ye. Desthilata ku pirsgirêka Kurd bi rêbazên demokratîk çareser nake, her cihî vediguherîne qada şer, hema hema li her metreçargoşeya başûrê Kurdistanê baregehên leşkerî ava dike û bi peymanên leşkerî hewl dide deriyê şerekî nû veke, ji van mirinan berpirsyar e.”

‘TUNDÎ WEKE ŞEWBÊ BELAV DIBE’

Koçyîgît, diyar kir ku ji ber polîtîkayên desthilata AKP’ê bûyerên tundiyê zêde bûne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKP çanda tundiyê û lîncê organîze dike. Tundî weke şewbê belav dibe. Desthilateke ku dijminê jinan e; her roj lê her roj qestî jiyana jinan dike. Vê tundiya ku digihe qirkirina zayendî xwedî dike. Heke van faîlan bizanîbûya sûcên ku dikin bêceza namînin êdî ev sûc nedikirin. Em bi çandeke lîncê re rûbirû ne. Divê herkes li dijî vê risk û tundiyê helwestê bigire.

 Kesên ku li muzîkên kurdî govendê digerînin, kesên stranan dibêjin tên girtin û êriş li wan tê kirin. Li cihekî ku daraz û desthilat di bûyerên bi vî rengî de aliyan digire, nîjadperestan diparêze; Şert û mercên axaftina li ser aştiya civakî û jiyana bi hev re, ji holê radibin. Îro desthilata AKP’ê bi polîtîkayên xwe civakê dike du parçe. Bi rastî jî cihekariyê dike. Ji Edîrneyê heta Colemêrgê em bi milyonan in, xwediyên rasteqîn ên vî welatî ne. Em ne mevanên vî welatî ne. Helbet em ê di her bihosta vî welatî de biaxivin.”