`Di pergala aborî de divê keda ferd esas bê girtin’

Hesen Koçer got, divê xebat li gorî pergaleke aborî ku bingeha wê keda ferdên civakê be bê kirin. Koçer anî ziman ku keda mirov bi pereyan na, lê bi azadiyê tê pîvandin.

`Di pergala aborî de divê keda ferd esas bê girtin’
`Di pergala aborî de divê keda ferd esas bê girtin’
`Di pergala aborî de divê keda ferd esas bê girtin’
26 tebax, 2024   15:02
HESEKÊ

Civîna salane ya Desteya Çandinî ya Avdanê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Pêşxistina çandiniyê bingeha aboriya komînal e" li Hola Serdem a li bajarê Hesekê dewam dike.

Endama Deteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif geşedanên siyasî nirxandin got, herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saleke girîng û zehmet derbas kir. Foza Yûsif anî ziman ku şerê aborî yê cîhanî bandor li herêmê jî kir.

Foza Yûsif bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand "Destpêka 2023 û 2024’an êrişên dijwar li ser Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Armanc ji van êrişan koçberkirina gel, guhertina demgorafî û belavkirina xizaniyê bû."

Foza Yûsif bi bîr xist ku dewleta Tirk  bi êrişên li binesaziya Bakur û Rojhilatê xwest dawî li Rêveberiya Xweser bîne û ewlehiya herêmê têk bibe.

Endama Desteya Serokatiya PYD’ê Foza Yûsif diyar kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi israr bi bi rêveberiya xwe re ye.

Di civînê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer girîngiya pêşxistina stratejiya xebatê destnîşan kir û got: "Di pergala aborî ya ku em niha li ser dimeşin, kêmasî û şaştî hebû, ji bo pêşxistina stratejiya xebatî di sala bê de divê hewldan bên kirin.  Wekî Rêveberiya Xweser divê em destekê bidin avakirina pergala civakî, ji ber ku aborî wateya xwe pere nin e, lê belê civakî ye."

Hesen Koçer, divê xebat li gorî pergaleke aborî ku bingeha wê keda ferdên civakê be bê kirin û  anî ziman ku keda mirov bi pereyan na, lê bi azadiyê tê pîvandin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hesen Koçer diyar kir ku ji bo pêşxistina çandinî û aboriyê dê biryaran di vê civînê de bigirin.

(bb)

ANHA