Komên çeteyan êrîşî rojhilatê Dêrazorê kirin

QSD’ê ragihand ku komên girêdayî hikûmeta Şamê êrişî gundewarên li rojhilatê Dêrazorê kirine û hêzên wan jî bersivên tund dane, pevçûnên dijwar derketine.

18 ÇILE, 2026   04:17

Navenda Ragihandina QSD’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek belav kir û ev agahî parve kirin:

“Çekdarên hikûmeta li gundên Granîj, Ebu Hemam, El-Keşkiye, El-Dîban û El-Teyyana yên rojhilatê Dêrazorê êrişî mewziyên hêzên me kirin. Li ser vê yekê hêzên me bersiv da û pevçûnên dijwar derketin.

Li herêmê pevçûn didomin.