Komên çete careke din êrişî taxên Helebê dikin

Komên çete yên dewleta Tirk ên di nava hêzên hikumeta demkî de ne êriş û topbaranên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê didomînin.

Komên çete careke din êrişî taxên Helebê dikin
7 ÇILE, 2026   09:26
HELEB

Çeteyên Hemzat, Emşat, Sultan Murad û Nûredîn Zengî yên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve perwerde dîtine û di nava hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de ne êrişên li dijî taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dewam dikin.

Ji duh êvarî ve êrişên li dijî navborî bi çekên giran û tankan didomin.

(fr)