Komeleya Perwerdeyê ya Hecînê bi malbatên xwendekaran re dicive

Di civîna yekemîn a ji rêzecivînên ku Komeleya Perwerdeyê ya Hecînê de malbatên xwendekaran girîngî da peydakirina kadroyên perwerdeyê yên pispor û dabînkirina hawirdoreke perwerdeyê ya ewle.

Komeleya Perwerdeyê ya Hecînê bi malbatên xwendekaran re dicive
2 cotmeh, 2025   15:14
DÊRAZOR

Ji bo bersivdana daxwazên malbatan, hewldana başkirina rewaşa perwerdeyê û danîna plana perwerdeyê ya berfireh li gorî daxwazên qonaxa heyî, Komeleya Perwerdeyê ya Hecînê rêzecivîn bi malbatên xwendekarên bajarê Hecînê yê kantona Dêrazorê re dan destpêkirin. Îro civîna yekemîn li dibistaneke bajêr hat lidarxistin.

Girêdayê mijarê, endamê rêveber ê komeleyê Emîn El Ehmed di civînê de diyar kir ku divê malbat girîngiyê bidin proseya perwerdeyê û da zanîn ku ev civîn di çarçoveya plana Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya sala xwendinê ya 2025-2026ˊan de ku rewşa perwerdeya herêmê were bipêşxistin, pêk tê.

Di civînê de, malbatên zehmetiyên ku zarokên wan li dibistanan dikişînin, vegotin û bang kir ku hawirdoreke ewle li dibistanan bê peydakirin, kalîteya xwendinê baş bibe, girîngiyê bidin binesaziya dibistanan û kadroyên perwerdeyê yên pispor bên peydakirin.

Li bajarê Hecînê 43 dibistanên seretayî û amadehî hene. Ev civîna yekemîn e ku li daxwazên malbatan bên guhdarîkirin.

Rêveberiya Komeleya Perwerdeyê ya Hecînê jî da diyarkirin ku ew ê li ser tevahî têbînî û pêşniyaran bisekinin û xebatên ji bo pêkanîna wan li gorî derfetên heyî bikin.

(fr)

ANHA