Li nêzî kenişteke li Brîtanyayê êriş; 3 kes hatin kuştin

Di êrişeke bi kêran a li nêzî keniştekê ya li bajarê Manchester ê Brîtanyayê de 3 kes hatin kuştin.

Li nêzî kenişteke li Brîtanyayê êriş; 3 kes hatin kuştin
2 cotmeh, 2025   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên bajarê Manchester ê Brîtanyayê ragihand ku li nêzî kenişteke Cihûyan a li kolana Middleton a bajêr êrişeke bi kêran çêbû, di encamê de 3 kes hatin kuştin.

Polîsan diyar kir ku giliyek ji wan re hat ku dema Cihûyan di keniştê de nimêja Yom Kippur a ˋCejna Xufranêˊ dikir, bi kêran êrişek pêk hat.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer got ew têkildarî êrişê "matmayî" maye û pêkanîna wê ya hemwextî Cejna Xufranê ya Cihûyan şermezar kir.

(fr)