Rejîma Îranê 32 meh ceza li ciwanekî Kurd birî

Hat ragihandin ku rejîma Îranê bi tometa ‘propaganda li dijî hikûmetê’ 32 meh ceza li ciwanekî Kurd yê xelkê Serdeşt a Rojhilatê Kurdistanê birî.

Rejîma Îranê 32 meh ceza li ciwanekî Kurd birî
23 kanûn, 2024   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor nûçeya Kolbernews’ê, ciwanekî Kurd bi navê Ramyar Mihemed Zade (19) yê xelkê bajarê Serdeşt ku niha li Pîranşarê dimîne, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Mihabadê ve cezayê 32 salan ê girtîgehê lê hat birîn.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku dadgeha rejîmê bi tometa ‘propagandaya li dijî hikûmetê û alîkariya partiyeke muxalefetê’ ceza li wî ciwanê Kurd biriye.

Beriya niha jî di meha Gulanê de hêzên rejîmê bi ser mala Ramyar Mihemed de girtibûn. Ramyar 2 mehan hatibû binçavkirin. Piştre bi şertê kontrola edlî bi awayek demkî ji girtîgehê hatibû berdan. Herî dawî di meha Îlonê de carek din hatibû binçavkirin û biribûn girtîgeha Nexede yê.