Komek din a ciwanên ji Başûr hatin Hesekê

Komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê di çarçoveya bersivdayîna banga seferberiya giştî de gihaşt bajarê Hesekê.

Komek din a ciwanên ji Başûr hatin Hesekê
Komek din a ciwanên ji Başûr hatin Hesekê
Komek din a ciwanên ji Başûr hatin Hesekê
Komek din a ciwanên ji Başûr hatin Hesekê
25 ÇILE, 2026   19:03
HESEKÊ

Li ser banga seferberiya giştî ya li dijî êrişên çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên li ser Rojava, komeke din a ciwanên ji Başûrê Kurdistanê gihaşt bajarê Hesekê.

Ciwanê bi navê Osman Cîhad ê ji Kerkûkê got: "Em ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatine vir. Em amade ne parastina tevahî Kurdên Kurdistanê bikin."

Ciwanê bi navê Luqman ê ji navçeya Qerehîncîrê jî ev peyam da: "Em komeke ciwan bi rih fedaî ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê hatine vir."

Ciwanê bi navê Rojgar ê ji navçeya Daqûqê yê Kerkûkê bang li tevahî ciwanên Başûrê Kurdistanê kir ku werin Rojava û wiha got: "Em hatine Rojavayê Kurdistanê da ku li cem gel û şervanên xwe bisekinin. Ez bang li hemûyan dikin ku tev li refên parastinê bibin."

(b)