Çeteyan êrişî gundekî Kobanê kir: Zarokek şehîd bû, 3 birîndar bûn

Çeteyên hikumeta demkî ku agirbest binpê kirin, gundê Qasimiyê topbaran kir. Di encamê de zaroke keçîn şehîd bû û 3 jî birîndar bûn.

Çeteyan êrişî gundekî Kobanê kir: Zarokek şehîd bû, 3 birîndar bûn
25 ÇILE, 2026   18:48
KOBANÊ

Çeteyên hikumeta demkî ya Sûriyeyê yên ku dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dikin, li gundê Qasimiyê yê dikeve rojavayê Kobanê malek topbaran kir. 

Di encama êrişa bi obîsan hate kirin de ji malbatekê zarokek keçîn şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Birîndar ji bo nexweşxaneya bajarê Kobanê hatin veguhestin.

Li gorî agahiyên ku ji nexweşxaneyê hatine kirin, navê zaroka şehîd Sabrîn Ehmed Elawî ye û 8 salî ye.

Navên birîndaran jî wiha ne: Cûdî Ehmed Elawî (14), Mihemed Ehmed Elawî (10) û Ehmed Îbrahîm Elawî (5)

(b)

ANHA