Kombûna Zenûbiya ya Tebqayê 8’ê Adarê pîroz kir

Jinên ji kantona Tebqayê 8'ê Adarê pîroz kir û soza şopandina rêya şehîdan da.

5 adar, 2025   18:33
TEBQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Tebqayê bi boneya Roja Jinan a Cîhanê (8'ê Adarê) li yarîgeha Yekitiya Werzîşê ya navenda bajêr şahiyek li dar xist. Di şahiyê de endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqayê û deste û saziyên wê, partiyên siyasî, meclisên sivîl, tevgerên jinan, dayikên aştiyê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Tebqayê, şêniyên Tebqayê û koçberên kantona Efrînê amade bûn.

Di şahiyê de dayikên aştiyê gul li jinên Tebqayê belav kirin. Piştre berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Tebqayê Semîra Hebeş axivî û soza domandina têkoşînê û şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna jiyana azad û aştiyê, dubare kir.

Hevseroka Meclisa Gelan a kantonê Suad El Reşîd jî destnîşan kir ku jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji cîhanê re bûne nimûne û berxwedana wan a li Bendava Tişrînê jî îradeya wan a xurt nîşan dide.

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Bêrîvan Amara tevahî şehîd bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan heta pêkanîna demokrasî û azadiyê dubare kir.

Piştre koma şehîd Sakîne Cansiz, koma Munetullah El Tamê, koma Zîn Zerîn, koma Çiyayê Kurmênc û koma Yasmîn El Esker stran û govend pêşkêş kirin.

Di dawiyê de koma Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê şanoyek bi navê "Şoreşa gulan venamire" pêşkêş kir.

(mh/fr)

ANHA