Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir

Kombûna Jinan a Zenûbiya a kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê, komkujiya li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê bi tundî şermezar kir û got: “Ev êrîş parçeyek ji rêze êrîşên ku hewl dide aramiyê xireb bike ye.”

Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya komkujiya Dêr Hafir şermezar kir
22 îlon, 2025   17:49
REQA

Komên çekdar ên Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê 20`ê Îlonê komkujiyeke hovane li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê pêk anî. Di encamê de 7 sivîl şehîd bûn û 4 jî birîndar bûn. Her wiha zirar li mal û milkên şêniyan hatin.

Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê bi daxuyaniyên cuda komkujî şermezar kir.

Li Reqayê endama rêveber a Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbyayê Betûl Derwîş li pêşiya avahiya xwe ya li bajêr daxuyanî xwend. Li Tebqayê jî, daxuyanî ji aliyê berdevka Mala Jinan Meryem El Ebid ve hate xwendin. Li kantona Dêrazorê jî, endama rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbya ya kampa Ebû Xeşeb Zehra El Tayih li pêşiya Mala Jinan a bajarê Kesrayê, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“Komkujiya li Dêr Hafir, parçeyekî êrîşên sîstematîk ku armanca wan, aramiyê xirab bikin û gel koçber bikin. Parastina sivîlan erkeke exlaqî û hiqûqî ye. Di vê mijarê de divê civaka xwecihî û navnetewî demildest bikeve nava tevgerê. Em îro rûbirûyî sûcekî tirsanek in ku li bermaberî sivîlên bê guneh hatiye kirin. Herêma Dêr Hafir rastî êrîşê hat, di nav de jin, zarok 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek sivîl birîndar bûn. Ev tablo, wijdana mirovî hejandiye.

Ev êrîş poltîkaya sîstematîk ku hewl dide tirsê bide avakirin û gelê ji xaka wan qut bike. Em wek Kombûna Jinan a Zenûbya, vê komkujiyê şermezar dikin. Em Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê ji vê berpirs dibînin. Ev êrîşek sîstematîk e ku rûmeta mirovan dike hedef. Em bang li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku demildest mudaxele bikin û sûcdaran ceza bikin.

Parastina sivîlan erkê exlaqî û hiqûqî ye. Divê civaka xwecih û navneteweyî ji bo astengkirina van cûreyên sûcan, demildest bikeve nava tevgerê.

Xwîna şehîdan dê riya me ronî bike, qêrîna dayîkan, heta ku heq û edalet pêk neyê di wijdana cîhanê de wê deng vede. Em ê jî bi biryardarî rêya xwe ya avakirina civakeke azad, wekhev û hemû kes tê de were parastin bidomînin.” 

(ac/şx)

ANHA

REQA

TEBQA

DÊRAZORÊ