Şandeya Awstralyayê serdana Kombûna Jinan a Zenûbiya kir

Şandeya Awstralyayê serdana Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêveberiya Xweser kir. Şandeyê teqez kir ku ew ê zextê li hikumeta Awstralyayê bike da ku bi projeya Rêveberiya Xweser îtîrafê bike û hevkariyê di qadên mafên mirovan û xurtkirina jinan de pêş bixe.

22 îlon, 2025   16:55
REQA

Şandeya Awstralyayê ya bi serokatiya parlamenter David Shoebridge serdana bajarê Reqayê kir. Şandeyê serdana Kombûna Jinan a Zenûbiya û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Şande ji aliyê berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya Xûd El Îsa û koordînatora meclisê Buşra Mihemed ve hatin pêşwazîkirin. Her wiha ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Evîn Siwêd û Hisên Osman û cîgirên hevserokatiyê ve hat pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya xebatên xwe yên li kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê yên ji bo xurtkirina rola jinan û beşdarkirina wan di partî û saziyên siyasî de, pêşkêş kirin.

Herdu aliyan li ser zehmetiyên li pêşiya jinan û bandora wan li ser beşdariya jinan nîqaş kirin.

Endamên meclisê girîngî bi domandina karê siyasî yê jinan li herêmê û belavkirina zanabûna civakî ji bo ku jin di hemû saziyan de wekî hevkar werin dîtin, da.

Di nîqaşan de şehîd Hevrîn Xelef û rola wê hat bibîranîn û erkdarkirina kujerê wê di hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de hat şermezarkirin. Bang li rêxistinên mirovî hat kirin ku li bê biryara were vegerîn.

Şandeya Awstralyayê piştgiriya xwe ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re nîşan da û teqez kir ku ew ê zextê li hikumeta Awstralyayê bike da ku bi projeya Rêveberiya Xweser îtîrafê bike û di aliyê mafên mirovan û xurtkirina jinan de hevkariyê xurt bike.

Di dawiya serdanê de şande li nav navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya ya bajarê Reqayê geriya. Li navenda Rêveberiya Xweser jî civîn dûrî çapemeniyê hat lidarxistin.

(mh)

ANHA