Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin

Bi dehan şêniyên bajarê Hesekê di merasîma konê sersaxiyê yê gerîlayê HPG’ê şehîd Şahîn Omer de soza domandina têkoşînê da.

Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
Ji bo gerîlayê HPG'ê Şahîn Omer merasîmeke xiyabî hat lidarxistin
22 îlon, 2025   18:10
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Şahîn Omer (Andok Êriş) ku di Cotmeha 2021'an de li herêma Botanê şehîd bûye, li taxa Nasra ya bajarê Hesekê merasîmeke xiyabî li dar xist.

Endam û rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkarî, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û bi dehan şêniyên bajarê Hesekê tevlî merasîma konê sersaxiyê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan Gul Mihemed axivî.

Gul Mihemed piştî ku sersaxî ji malbata şehîd re xwest li ser kesayetiya şehîd Şahîn Omer axivî.

Gul Mihemed bal kişand ser kiryarên qirker ên dewleta Tirk a dagirker û destnîşan kir ku tu kes ê nikaribe têkoşîna wan têk bibe.

Gul Mihemed bal kişand ser pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker heta niha tu gav neavêtine.

Gul Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û armanca şehîdan a jiyana azad pêk bînin."

Endamê Rêveberiya Têkiliyên Leşkerî ya Meclisa Leşkerî Husên Selmo jî di axaftina xwe de li ser têkoşîna şehîd Şahîn Omer axivî û got: "Şehîd Şahîn bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan heta dawiyê şer kir û gihîşte şahadetê."

Selmo destnîşan kir ku tevî ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êriş kir, lê nikaribû îradeya gel û tevgerê têk bibe û diyar kir ku dê gefên dewleta Tirk a dagirker bandorê li wan neke û ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan têkoşîna xwe bidomînin.

Piştî ku wesîqeya şehîd Şahîn Omer hat xwendin, radestî malbata wî hate kirin.

(bm-hm/mh)

ANHA