Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin

Koçberên ji gundewarên Siwêdayê zehmetiyên ku dikişînin parve kirin. Koçberan xwestin komên hikumeta demkî ji gundên wan derkevin da ku bi ewle vegerin warê xwe.

Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin
Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin
Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin
Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin
Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin
Koçberên Siwêdayê daxwaza vegera ewle li gundên xwe dikin
21 gulan, 2026   04:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Koçberên ji gundewarên Siwêdayê yên li avahiya Dadê ya li bajêr bi cih bûne li ser zehmetiyên ku dikişînin ji ajansa me re axivîn.

Cemal Seyfedîn ê ji gundê Welga bi bîr xist ku ew 14'ê Tîrmeha 2025'an ji ber topbaranê sûcên qetilkirinê ji gundê xwe koçber bûn û xwe li Koşka Dadê ya li bajar girtin ku niha ji koçberan were bûye stargeh.

Li Koşka Dadê nêzî 800 koçberên ji gundewarên bakur û rojavayê Siwêdayê dimînin. Seyfedîn got komên hikumeta demkî bi tankan gundê wan topbaran kiriye û bi çavê xwe dîtiye 25 kes ji gundê wan hatine kuştin. Piştre jî ew kom ketine malên wan û wêran kirine. Seyfedîn anî ziman ku hinek malên gundên wan şewitandine û yên mayî jî desteser kirin.

ŞERT Û MERCÊN WAN ZEHMET IN

Delal Necîb Kûrî ya ji gundê El Seila got 'DAIŞ’ê' 14`ê Tîrmehê 2025`an ew neçarî koçberiyê kirin. Her wiha diyar kir ku ew nikarin li Koşka Dadê debara xwe bikin û rêxistinên mafên mirovan tenê çend mehan bi wan re bûne alîkar.

Mutî Zehredîn ê ji gundê Hezem jî destnîşan kir ku ew 15`ê Tîrmeha 2025`an ji gundê xwe koçber bûn û wiha got: "Rewşa me ya aborî gelekî xirab e. Kar nîn e ku em bixebitin. Tenê konek dane me û nema bi me re bûn alîkar."

Rêvebera Koşka Dadê ya Siwêdayê Ruham El Meimad El Eqbanî da zanîn ku pêdiviya koçberan bi alîkariyê heye û bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku bi koçberan re bibe alîkar.

KOÇBER DIXWAZIN VEGERIN GUNDÊN XWE

Cemal Seyfedîn têkildarî daxwaza vegerê wiha diyar kir ku heya niha ne ji Siwêda û ji hikumetê jî tu kes ji bo vegera komî bi wan re ne axiviye.

Seyfedîn bang li aliyên têkildar ên li Siwêdayê kir ku li ser dosya vegera wan a li gundên wan, bixebitin û ev li axaftinên xwe zêde kirin " 47 sal e xebitîm heya ku min ev mal lê kir. Ez niha nizanim çi li mala min kirine. "

Delal Necîb jî wiha got, divê vegera wan bi rûmet û ewle be û da zanîn ku di koçberiya dawiyê de wan di aliyê çandiniyê de gelek ziyan dîtin û tazîmat nedane wan.

Mutî Zehredîn got: "Piştî ku mal û mulkên me bûn xwelî em ê çawa vegerin? Dema me xwest em li rewşa gundê xwe binêrin komên ku di gundê me de bûn, gef li me xwarin. "

Koçberên Siwêdayê dixwazin ku komên hikumeta demkî ji gundên wan derkevin û di bin ewlehiya navneteweyî de bi komî vegerin gundên xwe.

(np)

ANHA