Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza naskirina bawernameyên xwe kir

Xwendekarên Fakulteya Petrokîmyayê ya Zanîngeha Rojava bal kişand ser girîngiya naskirina zimanê kurdî û bawernameyên Zanîngehên Rojava û diyar kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo hemû civakên li Sûriyeyê mafekî rewa ye.

Xwendekarên Zanîngeha Rojava daxwaza naskirina bawernameyên xwe kir
21 gulan, 2026   06:45
QAMIŞLO
KÎNAN EL SEYID

Xwendekarên Fakulteya Petrokîmyayê ya Zanîngeha Rojava ku li bajarokê Rimêlan ê herêma Cizîrê ye, daxwaza naskirina bawernameyên xwe yên zanîngehê kir. Xwendekaran her wiha daxwaz kir ku zimanê kurdî di destûra nû ya Sûriyeyê de were bicihkirin û naskirin.

Xwendekara sala 4`an Hêlîn Îbrahîm diyar kir ku divê hemû Kurd daxwaza tevlêkirina zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de bikin, li gel naskirina bawernameyên zanîngehên Rojava, ji ber ku ew bi saya qurbaniyên şehîdan hatine bidestxistin.

Hêlînê got: "Xwendekar îro bi saya xwîna şehîdan bi Kurdî dixwînin, ji ber vê yekê divê zimanê kurdî were parastin, ji ber ku ew mijara hebûn û nasnameyê ye."

Xwendekara sala 4`emîn Mîrav Îsa jî der barê mijarê de got: "Fêrbûna bi zimanê kurdî mafekî rewa ye, û mafê gelê Kurd heye ku zimanê wan di destûra nû ya Sûriyeyê de were naskirin.  Ziman çand û nasname ye û zanîngeh û perwerdeya bi zimanê kurdî bi saya qurbaniyên bi hezaran şehîdan hatine bidestxistin, ji ber vê yekê, divê ev destkeftî were parastin.”

Xwendekara bi navê Lavîn Betal jî got: "Em ji dibistana seretayî ve bi kurdî dixwînin û divê hikumeta demkî bawernameyên zanîngehê û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de nas bike.”

Lavînê diyar ku divê zimanê kurdî di dibistan û zanîngehan de cih bigire û di nav saziyên çandî û medyayê yên li Sûriyeya nû de girîngiyeke mezintir jê re were dayîn.

(k)

ANHA