Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e

Mamosteya malnişîn (Teqawidbûyî) Anahîd Yûsif di sala 2019`an de dest bi projeya hişkirina fêkiyan kiriye û li Sûriyeyê bû yek ji 5 jinên pêşeng.

Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
Anahîd Yûsif di hişkkirina fêkiyan de yekem e
21 gulan, 2026   05:05
QAMIŞLO

Anahîd Yûsif (50) mamosteyeke malnişîn a ji pêkhateya Suryan e û dayika 3 zarokan e. 

Anahîd Yûsif di sala 2019`an de projeya xwe ya çêkirina fêkiyên hişkkirî da destpêkirin. Ahahîdê diyar kir ku ew di nav kesên pêşîn de bû ku li Sûriyeyê dest bi vî karî kir û got: "Min bi fêkiyên hişkkirî dest pê kir û di vî warî de ya yekem bûm. Piştî ku navê min hat naskirin û nimûneyên karê min hatin pêşkêşkirin, ez ji hêla UNHCR’ê ve wek yek ji 5 jinên pêşeng li Sûriyeyê di pîşesaziya fêkiyên hişkkirî de hatim hilbijartin. "

Anahîdê diyar kir ku projeya wê di rewşa şer de dest pê kir, lê ew li hember dijwariyan bi ser ket. Her wiha diyar kir ku projeya wê hem li hundir û hem jî li derveyî Sûriyeyê bi berfirehî hatine pejirandin û berhemên wê gihaştine welatên mîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Awistralya û Kanadayê, her wiha piraniya bajarên Sûriyeyê.

Anahîd her wiha beşdarî gelek bazar, şahî û festîvalan bûye, wekî festîvala ku berî 3 salan li Parka Azadî ya Qamişloyê hate lidarxistin.

Anahîd Yûsif diyar kir ku karê wê bandoreke erênî li jiyana wê kiriye, rê daye wê ku dema xwe baş bi kar bîne û ji hêla darayî ve piştgiriya malbata xwe bike û got: "Min ev proje ji hezkirinê dest pê kir û ez ji hemû jinan re dibêjim li pey xeyalên xwe bin, pêkanîna xeyalan hewceyî hewldanê ye, lê divê tiştek nebe asteng ji bo bidestxistina wê.”

Di dawiyê de Anahîdê bal kişand ser girîngiya piştgirîkirin û hêzdarkirina jinan ji hêla aborî ve û bang li jinan kir ku baweriya xwe bi hêza xwe bînin û tevî dijwariyan jî ji bo bidestxistina armancên xwe bixebitin.

Anahîd Yûsif li kêleka karê xwe kursên perwerdeyê yên li ser vê pîşeyê dide, pisporiya xwe bi kesên ku dixwazin vê pîşeyê fêr bibin û beşdarî bihêzkirina aborî ya jinan bibin, parve dike.

(k)

ANHA