Koçberên Serêkaniyê dixwazin berî zivistanê vegerin

Koçberên ji Serêkaniyê daxwaz dikin beriya zivistanê vegerin warê xwe, malên xwe lê bikin û dawî li koçberiyê were.

Koçberên Serêkaniyê dixwazin berî zivistanê vegerin
3 îlon, 2026   05:14
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Demsala payîzê dest pê kir û hîna koçberên Serêkaniyê venegeriyane warê xwe. Ew daxwaz dikin ku berî zivistanê vegerin û malên xwe lê bikin. 

Emel Îbrahîm ku ji gundê El Erîşa yê Serêkaniyê ye û niha li Kampa Waşokanî dimîne, got: "Ez bi navê hemû koçberan diaxivim, em dixwazin bi ewle vegerin û aram bijîn. Ev 7 sal e em li kampên koçberan dimînin, li kampê em her tim ditirsin ku pirsgirêkên me yên civakî û tenduristî derkevin. Li gund jî malên me wêrankirî ne, em ji hikumeta veguhêz daxwaz dikin zû vegerin warê xwe."

‘ZAROKÊN ME NIKARIN BIXWÎNIN’

Emelê anî ziman ku zarokên wan ji ber şert û mercên koçberiyê ev bi salan e nikarin bixwînin û mayîna li kampan ji bo wan gelekî zehmet e.

Qemera Ebdo jî got: "Ez ji gundê El Ebûş ê Serêkaniyê me û niha li Kampa Waşokanî dimînim. Piştî ku em koçber bûn zêdetirî 15 gundên me wêran kirin. Berî ku zivistan were em dixwazin vegerin gundê xwe, herî kêm odeyekê ji xwe re amade bikin û tê de rûnin. Em nema dikarin li kampan bimînin û dixwazin vegerin malên xwe."

(np)

ANHA