Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin

Şêniyên ku ji ber êrişa komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê ji gundewarên herêmê reviyan û xwe li bajêr girt, ji ber kêmbûna sotemeniyê, li stargeha Hetîn ji ber sermaya dijwar êş û azarê dikişînin.

Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin
Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin
Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin
Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin
Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin
Koçberên li Siwêdayê ji ber kêmbûna sotemeniyê zehmetiyên mezin dikişînin
10 sibat, 2026   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên hikumeta demkî ya Sûriyeyê di nîvê Tîrmeha sala borî de êrişî bajarê Siwêda û gundewarên wê kir, di encamê de bi hezaran kes ji gund û bajarokan reviyan û xwe li stargehên li bajêr girt.

Li stargeha Hattîn a li bajarê Siwêdayê hîn jî bi dehan malbatên koçber ên ku malên wan hatin şewitadin, dijîn. Bi sermaya zivisatnê û kêmbûna sotemeyê re êşa koçberan zêde dibe.

Rêvebira navendê Buseyna Ebû Rayid destnîşan kir ku rêxistinên mirovî paketên xwarinê û dermanan dane koçbran, hin şêniyên herêmê yên li Avusturalya û li Îmaratê alîkariya darayî kirine û sotemenî peyda kirine. Lê tiştên berdest êdî têra pêdiviya koçberan a zivistanê nakin.

Koçberan nerazîbûna xwe der barê şert û mercên jiyanê yên xirab ên li stargehê de anî ziman. Koçberan diyar kir ku sermaya dijwar êşa wan girantir kiriye û hêviya xwe ya vegera li gundên xwe anî ziman.

(k)

ANHA