‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’

Koçberên ji Girê Spî yên ku li Kobanê dimînin, diyar kir ku zehmetiyên wan pir giran in û got “Em dixwazin vegerin cih û warên xwe.”

‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
‘Em dixwazin vegerin Girê Spî’
10 sibat, 2026   02:35
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Koçberên ji Girê Spî yên ku di dibistanên li Kobanê de dijîn, der barê rewş û zehmetiyên xwe de ji ANHA`yê re axivîn

Cahîde Hecî Hiso diyar kir ku wê 7 salan di kampa Til Semen de jiyana xwe derbas kiribû û piştî êrişên dijmin wan careke din êşa koçberiyê de jiyabû û wiha got: "Em ji Girê Spî ne. Em di sala 2019`an de ji ber êrişên dagirkeriya Tirk ji cih û warên xwe koçber bûn kampa Til Semen. Me gelek zehmetî di kampê de dîtin. Tevî hemû zehmetiyan jî careke din em ji kampê jî koçber bûn û em hatin vir. Me koçberî di hundirê koçberiyê de dît."

Cahîdeyê anî ziman ku zarokên wan biçûk in û wan ev zehmetî hemû dîtin û got: "Em dixwazin vegerin cih û warên xwe. Daxwaza me tenê ew e ku dijmin ji mal û milkên me derkeve da ku me biçin Girê Spî û bi rengekî aram û azadî bijîn. Êdî bes e me ew qas zehmetî û zêwarî dît, em dixwazin bi serbilindî vegerin Girê Spî."

Şehnaz Mihemed jî diyar kir ku daxwaza wan tenê vegera li Girê Spî ye û got: "Me gelek zehmetî dît, êdî bese ji van zehmetiyan re, em dixwazin hemû koçber vegerin cih û warên xwe. Em ji Girê Spî koçberî kampa Til Semen bûn û me jiyana xwe li wir dewam kir. Ji ber êrişên dijmin em ji wir jî careke Til Semen jî koçberê bûn û em hatin Kobanê. Li vir em di dibistanan de bi cih bûne."

Şehnazê da zanîn ku Kobanê di nava dorpêçeke herî giran de ye û wiha got: "Av, kehrebe, înternet û sotemenî tune ne. Ev jî dihêle ku em gelek zehmetiyan bikişînin. Em tenê dixwarin dorpêç li ser Kobanê were rakirin û dijmin cih û warên me derkevin, da ku em biçin cih û warên xwe."

ANHA