Jinên Tirbespiyê: Daxwaza rêberê me aştî ye

Jinên Tirbespiyê diyar kir ku daxwaza Rêber Abdullah Ocalan her tim aştî û aramî bûye.

Jinên Tirbespiyê: Daxwaza rêberê me aştî ye
10 sibat, 2026   06:25
QAMIŞLO
EBAS XELEF

Jinên bajarê Tirbespiyê destnîşan kir ku bi fikra Rêber Abdullah Ocalan bawer in û got pêvajoya aştiyê bi azadiya wî ve girêdayî ye.

Qedriya Xelîl da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan di hemû parêznameyên xwe de, rêya azadiyê dide pêşiya jinan û ew bi saya wî dikarin di nava civakê de bibin xwedî bersiv. Qedriyayê diyar kir ku ew ê her û her di nava çalakiyan de bin, hetanî azadiya Rêber Abdullah Ocalan were pêk anîn.

Meqbûla Mihemed ji got ew banga ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo aştiyê kir, tevahî netewe pê re bûn, lê dewleta Tirk a dagirker tu gav neavêtin. Meqbûlayê bal kişand ser destwerdana dewleta Tirk a dagirker a ji Sûriyeyê re û wiha dom kir: "Dewleta Tirk ji her alî ve destwerdanê dike, naxwaze aramî li Rojava çêbe, lewre çi ji dest tê dike. Banga me ji her kesî re heye, serokê me aştî û wekheviyê dixwaze, divê were azadkirin. Rêber Abdullah Ocalan Kurd û bi taybet jin ji qirkirinê xilas kirin."

Nezha Ehmed îşaret bi banga Rêber Abdullah Ocalan a dawîn kir û got: “Rêbertî bi banga xwe hişt ku yekitiya Kurdan were xurtkirin û gavên pir girîng hatin avêtin. Ji bo berxwedana Rojava li çar aliyên Kurdistanê gel rabû ser pêyan, ev hemû li ser banga Rêbertîya me ya ji bo xilaskirina Kurdan ji qirkirinê pêk hat.”

Nezhayê diyar kir ku daxwaz û hêviya wan e ku Rêber Abdullah Ocalan di demeke nêz de azad bibînin û berxwedana şervanên xwe, bi taybet hêzên jinan, silav dikin û piştgiriya xwe ji wan re didin xuyakirin.

ANHA