‘Em ê li dijî fitneyan yekitiya xwe biparêzin’

Şêniyên Til Koçerê diyar kir ku dê li hember hewldanên kîndarî û derxistina nakokiyên mezhebî hevgirtina pêkhateyên Sûriyeyê biparêzin.

‘Em ê li dijî fitneyan yekitiya xwe biparêzin’
6 tebax, 2025   02:35
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê provokasyonên ku bi navê eşîran ji bo derxistina nakokî û fitneyan di navbera gelên herêmê de têne kirin, şermezar kirin.

Ji rûspiyên eşîra Şemer a Ereb Newaf Xedan anî ziman ku eşîr her tim lêvegera civakî ya belavkirina aştî û çareserkirina nakokiyan in, tu têkiliyên êşîran bi kesên hewl didin kîn û provokasyonan belav bikin nîn in.

Newaf Xedan destnîşan kir ku ew kesên hewl didin şerê mezhebî derbixin nûnertiya tenê dijminên welat dikin û got: "Şêniyên herêmê wê neyên hewldanên fitneyê yên bi armanca têkbirina ewlehiyê."

Newaf Xedan îşaret pê kir ku QSD û Rêveberiya Xweser ji destpêka şoreşê ve yekitiya xak û gelê herêmê parastin, li hemberî hewldanên parçekirinê bûne mertal û got: "Em dê piştgiriya vê projeya demokratîk bidomînin."

Şêniyê bi navê Salih Mihêmîd jî bi bîr xist ku ezmûna Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser esasê xwişk û biratiya di navbera pêkhateyan ava bûye û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji sala 2011’an ve me projeya neteweya demokratîk hilbijart. Di parastina herêmê û yekitiya xwe de em bi ser ketin. Provoksayonên medyayî yên vê dawiyê nûnertiya eşîrên resen nake, lê parçekirina tiştên ku me ava kirine, dike armanc."

Şêniyê bi navê Samî Silêman anî ziman ku bûyerên îro li herêmê rû didin, êş û azarên şerê mezhebî yê li Iraqê tîne bîra wan û bang li sûriyeyan kir ku yekitiya xwe biparêzin û ha ji fitneyan hebin.

Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Têkiliyên me Kurd, Ereb, Suryan û pêkhateyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xurt in, ji hewldanên derve yên bi armanca xirabkirinê bihêztir e."

(bb)

ANHA