Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome

Koçberên li kampa Şehbayê yên ji Efrînê diyar dikin ku heya vegera li Efrînê tê têkoşîna xwe bidomînin.

Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
Koçberên li kampa Şehbayê: Heya vegera Efrînê têkoşîn dê bidome
19 sibat, 2024   03:34
ŞEHBA
 ZEYNEB ŞÊXO

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker di 18'ê Adara 2018'an de herêma Efrînê dagir kir, bi sed hezaran kes koçber bûn û li kampên Serdem, Berxwedan, Efrîn, Veger û Şehbayê yên kantona EfrîŞehbayê û navçeyên Şêrewa û şera yên Efrîna dagirkirî bi cih bûn.

Kampa Şehbayê di sala 2016'an ve ji hêla Rêveberiya Xweser a Efrînê ve ji bo koçberên ji deverên Şehba û Helebê koçber bûne, hate vekirin. Lê piştî dagirkirina Efrînê koçberên Efrînê jî tê de bi cih bûn.

Di kampa Şehbayê de 100 malbat hene, ji wan 35 malbatên efrînî ne. Malbatên Kurd û Ereb bi hev re tê de dijîn. Di kampê de 220 zarok hene, ji bo zarokan dibistan jî dane avakirin. Ev kamp nêzî gundê Kiştearê yê navçeya Şera ya Efrîna dagirkirî ye û nêzî xeta sînor e. Rojane dewleta Tirk û çeteyên wê derdora kampê topbaran dikin. Di kampa de nuqteyên tenduristiyê tune ne, nexweşxaneya Til Rifetê jî 15 km ji kampê dûr e.

Koçberên Efrînê yên di kampê de bi cih bûne nêrînên xwe ji me re anîn ziman.

‘ROJANE DERDORA KAMPÊ TOPBARAN DIKIN’

Leyla Mihemed behsa zehmetî û êrişên li ser kampê kir û wiha got: "Piştî ku Efrîn hate dagirkirin em hatin kampa Şehbayê. Kamp li ser xeta sînor e, her roj dewleta Tirk êrişî me dike û gelek caran top li derdora kampê jî dikevin. Zarokên me ji ber topbaranan ditirsin. Di zivistanê de jî êrişên dewleta Tirk ranawestîne. Divê rêxistinên mirovî yên cîhanê li gorî rewşa kampan tev bigerin. Divê rêxistinên mirovî êdî van zehmetiyan û êrişan li ber çavan bigirin. Em tevahî zehmetiyan didin ber çavan, tenê ji bo vegera li Efrînê.”

KURD Û EREB BI HEV RE LI HEMBER ÊRIŞAN Û DORPÊÇÊ LI BER XWE DIDIN

Cemal Yusif jî diyar kir ku li hemberî êriş û dorpêçê gel tê dikoşe û wiha got: “Ji dema ku em ji Efrînê derketin û heya vê kêliyê bi Kurd û Ereb em li hemberî êriş û dorpêçê disekinin. Rêveberiya Xweser alîkariya me dike lê ew jî astengiyan dibînin, ji ber dorpêçê derman nayên peydakirin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikim û têkoşîna me wê her tim bidome.”