‘Koçberên ji Serêkaniyê li benda vegera ewle ne'
Koçberên Serêkaniyê diyar kir ku lihevkirina 1'ê Hezîranê, xala vegera koçberan divê di demek nêz de li ser rûye erdê pêk were û koçber vegerin cih û warê xwe, lê divê vegera koçberan di bin sîwana garantiya navneteweyî be.

Şandeya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şandeya desthilata Şamê di 1’ê Hizêranê de li hev civiyan û li ser 4 xalên sereke li hev kir. Yek ji wan jî gotûbêjkirina mekanîzmayên ji bo hêsankirina vegera koçberan li herêmên xwe û xebitîna li ser rakirina astengiyên ku rê li ber vê vegerê digirin. Têkildarî vê yekê koçberên ji Serêkaniyê ji ajasa me re axivîn.
Gulistan Haco diyar kir ku daxwaze tevahî koçberên Serêkaniyê ye ku vegerin cih û warê xwe û wiha got: "Daxwaza me ya esasî em vegerin Serêkaniyê. Eger vegerek me hebe divê bi sîwana dewletên navnetwî be. Ji ber ku ewlehî li herêmên dagirkirî tune ne. Koçber nikarin zû bi zû vegerin. Divê ev makanîzmayê ji bo hêsankirina vegera koçberan û rakirina astengiyan a ji bo vegerê di demek nêz de pêk were, hêviya mezin di dilê koçberan de çêbû piştî vê li hevkirinê. Ji bo vê yekê divê rêxistinên navnetewî jî rola xwe ya sereke di vegera koçberan de bilîze."
'BERXWEDAN Û TÊKOŞÎNA ME JI BO KU EM SERBILÎNDÎ VEGERIN CIH Û WARÊ XWE YE'
Xezal Silêmen destnîşan kir ku ev 6 salin em koçber bûne û rewşa ku koçber dijî gelekî zehmete ji ber vê jî divê koçber di demeke zûtir de vegerin cih û warê xwe û wiha got: " Dema ku em vegerin divê rêxistinên navnetewî û rêxistinên mafê mirov da ku parastina me bikin, Ji ber ku serêkaniyê dagirkirî bû. Her wiha ji bo ewlehiya hebe jî divê ewlekeriyek mafê gel û koçberan bê parastin ev yek jî erka tevahî rêxistinên navnetewî ye."
Xezalê got: "6 sal ji koçberiyê û zehmetiyên di konan de me têkoşîn kir û li ber xwe da, da ku em bi serbilindî vegerin cih û warê. Daxwaze me tenê em vegerin Serêkaniyê."
'DIVÊ VEGERA ME DI BIN SÎWANA GARANTIYA NAVNETEWEYÎ BE '
Enter Ezîz diyar kir ku ew dixwaze di bin sîwana Hêza Ewlekariya Hundirîn û QSD'ê de ve vegere cih û warê xwe û wiha got: "Rêveberiya Xweser û Şamê li ser 4 xalên esasî li hevkirin yek ji wan jî vegerandina koçberan bû. Divê xala vegerandina koçberan di demek nêz de têkeve meryetê. Eger vegerek me çêbû, divê em serbilindî vegerin û di bin sîwana garantiya navneteweyî be."
Ezîz destnîşan kir ku li gelek herêmên dagirkirî heya niha kiryarên çeteyan didomin, ji revandin, kuştin, talankirina xwezayê û şêniwariyê û wiha got: "Eger kiryarên çeteyan bi dawî nebe û herêmên me neyê rizgar kirin em venagerin. Divê aliyek sêyemîn hebe, ji ber ku bawerî namaye bi siyaste hukmetê, ev aliyê sêyem jî dewletên navnetewî ye."
'HÊVIYA ME YA 6 SALAN TENÊ VEGEREKE EWLE YE'
Meryem Ferhan destnîşan kir ku hêviya koçberan Sêrêkaniyê vegerin cih û warê xwe û wiha got: "Xwesteka me tenê dema em vegerin divê ewlehî hebe, da ku em carek din neyên koçberkirin û rastî kiryaran neyê. Divê dewletên navnetewî bi erka xwe rabin û me vegerin cih û warê me."
ANHA