Mamosteyên Zanîngeha Kobaniyê: Em bi silavên Rêber Apo gelekî keyfxweş in

Mamosteyên Zanîngeha Kobanê diyar kir ku ew bi silavên Rêber Abdullah Ocalan gelekî kêfxweş in û got ew ê xwe li ser felsefe û paradîgmaya wî perwerde bikin û asta zanîngehê bi pêş bixin.

Mamosteyên Zanîngeha Kobaniyê: Em bi silavên Rêber Apo gelekî keyfxweş in
13 hezîran, 2025   08:15
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Li ser banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan a ku di 27`ê Sibatê de kir, li Zanîngeha Kobaniyê di 31’ê Gulanê de panelek hatibû organîzekirin. Di panelê de Omer Ocalan jî bi rêya onlin beşdar bûbû. Di wê panêlê de mamoste, xwendekar, akademîsyen û xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê silavên xwe ji Rêber Abdullah Ocalan re şandibûn. 

Li Girtîgeha Îmraliyê bi minasebeta cejna Qurbanê malbatê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Di hevdîtinê de Rêber Abdullah Ocalan silavên xwe ji mamoste, xwendekar û xebatkarên Zanîngeha Kobaniyê re şandin. Der barê mijarê de mamosteyên zanîngehê ji ajansa me re axivîn.

Mamosteya Navenda Folklorê ya Zanîngeha Kobaniyê Nîvyana Mihemed Mislim diyar kir ew xwe li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan perwerde dikin û ev got: "Beriya demekê me civînek li dar xist. Di civînê de me silavên xwe ji Rêber Apo re şandin. Ji me re wek xewnekê bû ku silavên me bigihêjin Rêbertî, lê Rêber Apo silavên xwe jî ji me re şandin. Em gelekî bi silavên Rêber Apo kêfxweş in.”

‘HESTÊN ME JI KÊFXWEŞIYÊ NAYÊN ZIMAN’

Nîvyana Mihemed Mislim got dema silavên Rêber Abdullah Ocalan bihîstin, kelecan kete dilê wan û wiha dewam kir: "Dema min silavên Rêber Apo bihîstin, bi qasî ku heyecan bi min re çêbû min da çepikan. Ez pir kêfxweş bûn, min nikaribû hestên xwe bînim ziman û çavên min ji kêfxweşiyê tijî hêsir bûn. Hêviya me ew e ku em di demeke nêz de rêberê xwe di nava xwe de bibînin û wî bi dilgermî hembêz bikin.”

Nîvyanayê diyar kir ku ew ê xwe bi pêş bixin heta ku Rêber Abdullah Ocalan di nava xwe de dibînin û ew tu carî dest ji raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan bernadin.

Cîgira Kar û Barên Rêvebirinê ya Hevseroketiya Zanîngeha Kobaniyê Hîva Mihemed Elî jî got Rêber Abdullah Ocalan nameya ku ji bo zanîngehê re şandiye, cihê kêfxweşiyê ye û wiha axivî: "Ev cara yekemîn e ku Rêber Apo silavên xwe ji bo Zanîngeha Kobaniyê re dişîne. Em bi silavên Rêber Apo dilşad in.”

‘EM Ê ZANÎNGEHÊ LI SER PRADÎGMAYA RÊBER APO BI PÊŞ BIXIN’

Hîva Mihemed Elî da zanîn ku ew li ser perspektîf û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan xwe perwerde dikin û wiha got: "Em bi name û silavên Rêber Apo serbilind in. Êdî barekî giran e û berpirsyariyeke mezin e ku em li gorî wê tev bigerin û li xwe vegerin û li ser paradîgmaya Rêber Apo asta zanîngehê bi pêş bixin. Em bi silavên Rêber Apo gelekî kêfxweş û şanaz in.”

ANHA