Koçberên ji Serêkaniyê daxwaza parastinê kir

Koçberên ji Serêkaniyê daxwaz kir ku ewlehî were dabînkirin û veger bi lez pêk were û destnîşan kir ku ji ber îhtîmala êrişên li dijî şêniyan li Serêkaniyê, metirsiyên wan hene.

13 tebax, 2026   02:42
HESEKÊ
DIYAR EHMED-BILIND HECÎ

Piştî vegera karwanê yekemîn, di demekê de ku vegera koçberên Serêkaniyê ji bo herêmên wan hatiye rawestandin, koçberên Serêkaniyê yên li Kampa Waşûkanî ya li Hesekê, li hêviya vegerê ne.

‘EM JI BO VEGERÊ BI ISRAR IN’

Koçberê ji bajarê Zirganê Îbrahîm El Hamid got: “Malên me rastî wêrankirinê hatin, piştî vegera karwanê yekemîn, em ji bo vegerê geşbînin, em ji bo vegerê bi israr in. Tişta em ji berpirsyaran dixwazin ew e ku pêvajoya vegerê bi lez pêk were.”

Îbrahîm El Hamid got: “Me ji malên xwe koç kir û veger mafê me ye, ji ber vê yekê ji niştecihên ku li bajarê Serêkaniyê bi cih bûne jî tê xwestin ku vegerin malên xwe. Ev berpirsyariya hikumetê ye. Tişta em dibînin ew e ku berpirsyar nikarin ewlehiyê ji bo koçberan dabîn bikin.”

El Hamid wiha pê de çû: “Tişta em dixwazin adalet e, em bira ne, divê rê li ber têgînên ku nefretê belav dikin, bê girtin.”

‘EM BI VÊ TIRSÊ NAXWAZIN VEGERIN’

Koçberê ji gundê El Derbo yê Serêkaniyê Xelîl El Elî wiha axivî: “Tevî wêranî û talanê jî em dixwazin vegerin mal û gundên xwe. Ez vegeriyam ji bo ku mala xwe bibînim, li pêş mala min mayîn hebûn.”

El Elî got: “Bûyerên ku li Serêkaniyê bandor li me kir, em ji ber nemana ewlehiyê bi tirs in, nabe ku em vegerin mala xwe û rastî êrişan bên.”

Xelîl El Elî daxwaz ji hikumeta veguhêz kir ku ewlehiyê dabîn bike û bi lez xebatê bike.

‘EM BI VEGERÊ KÊXWEŞ BÛN LÊ METIRSIYÊN ME ÇÊBÛN’

Koçbera ji gundê El Fêseliyê yê Serêkaniyê Zehra El Xidir jî got: “Rewşa me gelekî zehmet e, dema karwanê yekemîn çû em gelek kêfxweş bûn, lê dema ew bûyer çêbû, tirsa vegerê careke din ji bo me hat avakirin. Divê ji bo vegerê parastin hebe.”

Zehra El Xidir wiha li axaftina xwe zêde kir: “Şertê herî girîng ji bo vegerê dabînkirina ewlehiyê ye.”

Zehra El Xidir got: “Divê rewşeke aram û xizmetguzariyeke baş ji bo vegera me bê dabînkirin da ku em bikarin careke din malên xwe ava bikin.”

‘DABÎNKIRINA PARASTINÊ BERPIRSYARIYA HÊZÊN EWLEHIYÊ Û HIKUMETÊ YE’

Koçberê ji gundê El Tewîla yê Serêkaniyê Ebdulezîz Mihemed wiha got: “Rewşa me gelekî nebaşe, gundê min bi giştî hatiye wêrankirin, hîn jî bermahiyên şer li her deverê gund in.”

Mihemed got: “Em dixwazin bi lez vegerin, em bi çûyîna karwanê yekemîn kêfxweş bûn, divê em vegerin.”

Mihemed wiha dom kir: “Divê di navbera şêniyên herêmê de bawerî hebe, tişta derkete holê diyar dike ku valahiyeke mezin di navbera civakan de heye. Em hêvî dikin tişta ku li Serêkaniyê derket dubare nebe.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihemed ev yek anî ziman: “Ji hêzên ewlehiyê û hikumetê tê xwestin ku li herêmê ewlehiyê dabîn bikin, em ji mayîna di kampan de bêzar bûne, dema em vegerin jî em naxwazin rûmeta me rastî êrişan bê, me ji bo parastina rûmeta xwe koçberî hilbijart.”

(sb)

ANHA