Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne

Li gundê Dûgirka yê Girke Legê pirsgirêka kanalîzasyonê heye û li benda şaredariyê ne ku çareser bike.

Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
Şêniyên gundê Dûgirka li benda çareseriyê ne
13 tebax, 2026   07:25
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Gundê Dûgirka girêdayî bajarokê El Mistefawiyê yê bajarê Girke Legê ye. Ji şaredariya bajarokê El Mistefawiyê tê xwestin ku pirsgirêka şebekeya kanalîzasyonê ya gund çareser bike. Şebekeyê gelek ziyan dîtiye û ava kanalîzasyonê li kolan û kêleka malan kom dibe. Şêniyên gund ji bêhna wê tengav bûne û ditirsin ku pirsgirêkên wan ên tenduristî derkevin.

‘BERÎ PIRSGIRÊK MEZINTIR BIBE BILA ÇARESER BIKIN’

Ji şêniyên gundê Dûgirka Ridwan Mihemed got piştî şebekeya kanalîzasyonê ya gund ziyan dîtiye ava kanalîzasyonê li nava gund kom dibe û bêhn tê. Êdî şêniyên gund ji ber ava kanalîzasyonê û çopê nikarin ji mala xwe derkevin. Ji şaredariya El Mistefawiyê daxwaz kir ku berî pirsgirêk mezintir bibe, çareser bikin.

Mûsa Şêro jî got pirsgirêka wan a kanalîzasyonê heye û ditirsin bandorê li ser tenduristiya wan bike. Wî jî bang li şaredariyê kir ku pirsgirêka wan bi lez çareser bike.

‘ME GELEK CARAN AGAHÎ DA ŞAREDARIYÊ’

Şahîn Hisnî jî diyar kir ku wî gelek caran gazincên şêniyên gund gihandiye şaredariyê û ji wan daxwaz kir ku bi lez pirsgirêka wan çareser bikin.

ŞAREDARIYÊ ÇI GOT?

Şaredariya El Mistefawî anî ziman ku agahiya wan ji pirsgirêka gundê Dûgirka heye lê derfetên wan têrê nakin ku pirsgirêkê bi lez çareser bikin. Her wiha şaredariyê da zanîn ku ew ê pirsgirêkê weke proje pêşkêş bikin û ji kokê çareser bikin.

(np)

ANHA