Xaça Sor peyamên giritiyên Sûriyeyî yên li Iraqê gihandin malbatên wan

Şandeya ji Xaça Sor peyamên ji girtiyên Sûriyeyî yên li girtîgehên Iraqî radestî malbatên wan ên li Dêrazorê kirin.

Xaça Sor peyamên giritiyên Sûriyeyî yên li Iraqê gihandin malbatên wan
12 tebax, 2026   19:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, Şandeyek ji Komîteya Xaça Sor derbasî gundê Mozan ê rojhilatê Dêrazorê bû, peyam û agahiyên ji girtiyên Sûriyeyê yên li girtîgehên Iraqê gihandin malbatên wan.

Ew kes bi tawana tevlêbûna çeteyên DAIŞ’ê hatine girtin. Di dawiya 2025’an de bi çavdêriya hêzên Amerîkayê ew girtî ji navendên girtinê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birin Iraqê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand ku ji çend mehan ve daxwaza naskirina aqûbeta zarokên xwe û zelalkirina rewşên wan ên qanûnî û mirovî dikin.

Di 5’ê Tebaxê de bi dehan malbatan li bajarokê Xeranîc ê gundewarê Dêrazorê çalakî li dar xist û ji rêxistinên navneteweyî xwest ku destwerdanê bikin, çarenûsa xizmên wan nas bikin.

(f)