Koçberên Efrînî yên li Tebqayê derdora konên xwe dikin şînkahî

Tevî şert û mercên dijwar ên koçberiyê, koçberên Efrînê girêdana xwe bi xakê ve didomînin, derdora konên xwe yên li Navenda Bajarê Werzîşê yê Tebqayê kirine rûberên kesk. Lê kulîlk û sebze çandine. Ev şahidê vîna ku nayê şikandin û hezkirina bêsînor ji xwezayê re ye.

23 tebax, 2025   04:20
TEBQA
RÊNAD EL ELÎ

Di 2ˊyê Kanûna 2024ˊan de, piraniya koçberên ji bajarê Efrîn û herêma Şehbayê yên ji hêla çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin bi darê zorê koçberî aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn. Hin ji wan jî li kantona Tebqayê bi cih bûn. Ji kêliya bicihbûna koçberan li navendên bicihbûna demkî ve, nexasim li Navenda Bajarê Werzîşê ya li bajarê Tebqayê, derdora konên xwe veguherandin cihên şînkahiyê.

Ev dîmenê ku sebze û kulîlk di nava konan de çîroka girêdana kûr bi xakê ve û vîneke nayê şikandin nîşan dide. Koçber Mihemed Cemal Ebdunasir ê ji bajarê Efrînê yê dagirkirî vê girêdanê bi wiha wesif dike: "Em xelkê Efrînê bi hezkirina ji çandiniyê tê naskirin. Heta em li çolistanê bin jî, em ê biçînin. Efrîn jî bi çandiya zeytûnan tê naskirin."

Ebdunasir di dewamê de got: "Piştî du mehan ji koçberiya me ya ber bi Tebqayê ve, me dest bi amadekirina hawizên biçûk li derdora konan kir, me firingî, bamiya, berberoj û hwd çandin. Em her roj av didin. Me heta di tenekeyên vala de kulîlk çandin."

Çandinî ne tenê ji bo xwarinê ye, lê wê yekê derbas dike ku bibe karekî rojane û nîşana berxwedana dijî jibîrkirinê. Girêdayî mijarê Ebdunasir dibêje: "Em Efrînî bi ku ve biçin diçînin. Çandinî ji bo me wek zarokan e, em nikarin bêyî wê bijîn. Heta li Şehbayê jî me derdora mal û konên xwe çandin. Em li vir jî her cureyek sebeze di wextê wê de diçînin."

Dîmenê konan û çandiniyê girêdana koçberan bi kokên xwe û redkirina qutbûna ji xakê nîşan dide. Di her giyayek tê çandin û her kulîlk vedibe de xelkê Efrînê tovên hêvî û xwetêrkirinê diçînin.

(fr)

ANHA