Lavrov: Niha wê hevdîtin di navbera Pûtîn û Zelensky de nebe

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand ku ti plan ji bo lidarxistina hevdîtinek di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de tune ye.

Lavrov: Niha wê hevdîtin di navbera Pûtîn û Zelensky de nebe
22 tebax, 2025   20:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevpeyvînekî ligel tora NBC ya Amerîkî de got, tu plan tune ne ku di navbera Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky de hevdîtinek were lidarxistin û got, "Putin amade ye bi Zelensky re bicive dema ku rojeva vê lûtkeyê amade be, lê niha rojev ne amade ye."

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump gotibû, dibe ku Pûtîn û Zelensky li ser maseyekê bicivin, lê heta niha ne diyar e ka her du serok wê lûtkeyeke bi vî rengî li dar bîxin yan na.

Li gorî Lavrov, Washington dixwaze her du aliyan çend prensîban wekî pêşgotinek ji bo çareseriyekê qebûl bikin, bi taybetî neendamtiya Ukraynayê di NATO’yê de û destberdana ji axê. Lê Zelensky van hemûyan qebûl nake.

Lavrov di vê hefteyê de diyar kiribû Kîev çareseriyek dadperwer û mayînde ji bo şer naxwaze û gotibû, aliyên Ewropî yên ku roja duşemê bi Zelensky re serdana Qesra Spî kiribûn, hewla "Binpêkirinan" dikin da ku serokê DYA’yê helwesta xwe li hemberî Ukraynayê biguhere.

(ac/bb)