Kurd, Ereb û Suryan ên Tirbespiyê daxwaza dîtina Rêber Apo kir

Pêkhateyên bajarê Tirbespiyê daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman û got, "Eger Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe dê Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bi ser nekeve. "

Kurd, Ereb û Suryan ên Tirbespiyê daxwaza dîtina Rêber Apo kir
23 tebax, 2025   02:50
QAMIŞLO
RÊNAS REMO

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan, di meha Tebaxê de, di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim" de, kampanyayek berhevkirina îmzeyan a li seranserê Sûriyeyê dest pê kir.

Li bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê, pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryanî yên bajêr girêdana xwe bi ramanên Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman, daxwaza dîtina Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Anton Melekî yê ji pêkhateya Suryanî ye der barê mijarê de got, "Em piştgiriyê didin kampanyaya 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' ji ber ku Rêbertî kesayetiyek mezin e, û banga wî ya dawî ji bo Aştî û Demokrasiyê çareseriya herî guncaw e ji bo pirsgirêkên herêmê ye."

Melekî destnîşan kir ku cihê Rêber Abdullah Ocalan di nav gelê wî de ye û got "Em daxwaza berdana hemû girtiyên di zindanên dagirkeriya Tirk de dikin."

Ji pêkhateya Ereb şêniya bi navê Necah El Qeso, diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan gelek tişt ji jinan re pêşkêş kiriye û destnîşan kir ku jinên Ereb îro bi saya vê îdeolojiyê jiyaneke azad dijîn. Necah wiha pê de çû, "Eger Rêber Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad nebe dê pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk bi ser nekeve. "

Hediya Mihemed ji pêkhateya Kurd e, bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk û ew wekî gaveke dîrokî bi nav kir.

Hediya got, "Tenê Rêberkî mezin dikare bangeke wiha bike, lewma divê em wî di nav xwe de, azad bibînin."

Hediya da zanîn ku, "Rêber di pêvajoya aştiyê de gavên girîng avêtine, û dagirkeriya Tirk divê bi gavên berbiçav bersiv bide da ku pêvajo bi ser bikeve. Em di wê baweriyê de ne ku divê Rêber vê pêvajoyê bi rê ve bibe, û divê xewna me ya dîtina wî di nav me de pêk were. "

(k)

ANHA