‘Koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegera li Efrînê ne’

Koçberên Efrînê yên li Hesekê dijîn diyar kir ku şert û mercên vegera wan divê Efrîn rizgarkirî be û bi ewle be û dibin sîwana şervanên YPG'ê û YPJ'ê be.

1 mijdar, 2025   03:40
ZEYNEB ŞÊXO- BOTAN HISÊN
HESEKÊ

Di 18'ê Adara 2018'an de Efrîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hate dagirkirin û şêniyên Efrînê koçberî Şehba bûn, piştî 7 salan ji têkoşîna li Şehbayê carek din di 2 kanûna 2024'an de koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bûn û li tevahî herêmê belav bûn. 

Koçberên Efrînê yên li Hesekê jî bi cih bûne 1450 malbat in û 5428 kes in. koçberên li Seken Şebabî dijî têkildarî vegera bi ewle ya ji bo Efrînê ji ajansa me re axivîn.

Ezidîn Elo diyar  kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi awayekî hovana e êrişî anî  ser Efrînê û gelê Efrînê rastî koçberiyê hat û berê xwe dan Şehbayê.

'EFRÎNIYAN XWE BI XWE RÊXISTIN DIKIRIN Û XWE DIPARASTIN'

Ezidîn wiha behsa kiryarên çeteyan a li Efrînê kir: "Hemî çand û nasnameya Efrînê dagir û talan kirin. Hemî mal û milkê şêniyên resen diziyan. Dema em qala Efrînê dikin, dilê me diêş e. Ji ber ku me hemî darên zeytûn bi destê xwe çandin e. Êşa koçberiyê li aliyekî ye û bi durketina ji Efrînê û darên zeytûn li aliyek e din e. Efrîn cih bav û kalê me ye."

Elo  diyar kir ku PKK'ê di Efrînê de tune bû, me xwe bi xwe birêvedibir. Hemî zarokên Efrînê bûn û Efrîn diparastin. Me nedixwast kes axa me dagir bikin. Lê belê dagirkeriyê bi darê zor em koçber kirin û wiha got: "Çeteyên dewleta Tirk bi navê îslamê şerê me kirin û em koçber kirin. Li Şehba bi heman zihniyetê şerê kir û careke din efrînî rastî koçberiyê hatin. Her wiha em bang li rêxistinên navnetewî dikin ku bi erka xwe rabin."

'VEGERA ME WÊ DI BIN SÎWANA ŞERVANÊN YPJ'Ê Û YPG DE BE'
Elo wiha behsa vegera bi ewle jî kir: "Ji me re dibêjin vegera bi ewle, em kêngî vegerin, em vegerekî bi ewle  dixwazin û bi hebûna dagirkeriyê veger nabe. Em tek bi tek venagerin. Eger vegerek çêbûn wê tevahî gelê Efrînê bi hev re û di bin sîwana şervanên YPG'ê û YPJ'ê de vegerin. Şert û mercên vegera me bi komî û ewlehî be. Ji  ber ku Efrîn dagirkiriye, bi vê yekê jî veger nabe û bi komên çeteyan a di hundir  Efrînê de jî bawarî bi wan nayê."

‘VEGERA ME DÊ KOMÎ BE

Silêman Şahîn destnîşan kir ku koçberên Efrînê ji ber dagirkeriyê penaber bûn û wiha got: "Em kesên aştîxwaz in. Em bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku bi erk û berpirsyariyên xwe jî rabin. Êdî bes xwîn li ser xaka me birije. Me gotina vegera koçberên Efrînê bihîst, em gelekî kêfxweş bûn û li benda wê mizgîniyê ne. Lê em naxwazin bi hebûna çeteyan vegerin û di bin destê koleyan de bijîn.”

Şahîn diyar kir ku daxwaza koçberan vegereke ewle ye û Efrîn rizgarkirî be û wiha got: "Tu carî em yeko yeko venagerin cih û warê xwe, em ê bi hev re vegerin.”

Fatmê Horo behsa peymana 10'ê Adarê kir û wiha got: "Divê peymana ku tên kirin di demeke nêz de bê pêkanîn. Vegera ku em dixwazin ne yek bi yek e. Em tevahî koçberên Efrînê bi hev re vegerin û ev veger ewle be û çeteyên di warê me de nîn bin û divê derkevin. Vegera me ji ber hebûna baregehên dewleta Tirk û çeteyên Tirk tên astengkirin. Divê mafê me bê parastin û bi hêza xwe re em vegerin cih û warê xwe.

ANHA