Dîmen û wêneyên destana Kobanê

Sala 2014`an bajarê Kobanê rastî êrişên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê hat, şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi çekên sivik û îradeyeke mezin ew êriş têk birin. 1'ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hate ragihandin.

Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
Dîmen û wêneyên destana Kobanê
1 mijdar, 2025   06:42
KOBANÊ
DICLE EHMED

Di sala 2014'an de, kameraya ajansa me kêliyên girîng ên şerên berxwedana Kobanê kişandin. Wê dema ku şervanên YPG û YPJ'ê li dijî êrişên dijwar ên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe da. Di kolanên teng ên bajarê biçûk de, wan destanên lehengî nivîsandin ku rihê fedakarî û biryardariya bêdawî nîşan dan.

Di 15`ê Îlona 2014`an de bajarê Kobanê rastî êrişeke berfireh hat, çeteyên DAIŞ`ê çekên giran ên wekî mûşek, tank, top û hawan, bi kar anîn da ku bajêr dagir bikin. Lê belê, şervanan ku tenê çekên sivik û bombeyên destan di destên wan de bûn, bi rihekî bêhempa û îradeyek mezin li hember êrişê li ber xwe dan û îspat kirin ku parastina axê bi vîn û biryardariyê pêk tê.

Berxwedana Kobanê li seranserê cîhanê deng veda, wijdanê mirovahiyê hejand û ji bo û tevgerên azadiyê bû jêdera îlhamê. 1’ê Mijdarê bû rojek navneteweyî ji bo rêzgirtina li berxwedana Kobanê û bîranîna şehîd û şervanên wê, yên ku bi xwîna xwe destpêka hilweşîna DAIŞ`ê nivîsandin.

Bi boneya Roja Berxwedana Kobanê ya Navneteweyî, em dîmenên ji wê destana berxwedanê bi we re parve dikin ku tê de şervanan şerên xwe di kolanên teng û taxên dorpêçkirî de dewam kirin û bajar veguherand semboleke cîhanî ya qehremanî û berxwedanê û navê Kobanê di rûpelên dîroka hemdem de wek nimûneyeke herî berbiçav a berxwedana gel a li dijî terorîzmê nivîsand.

ANHA