Rojnamevan û aktîvîstê Behdînî Diyar Amêdî şehîd bû

Rojnamevan û aktîvîstê ji Behdînanê Diyar Amêdî ji ber krîza dil, li Şengalê şehîd bû. Cenazeyê Diyar Amêdî ji aliyê malbata wî ve hate girtin û derbasê cihê jê dayik bûye hate kirin.

Rojnamevan û aktîvîstê Behdînî Diyar Amêdî şehîd bû
25 tîrmeh, 2024   21:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnamevan û aktîvîstê Behdînî Dawid Silêman Ehmed ku weke Diyar Amêdî (1969) tê nasîn û bi xwe ji navçeya Amêdî ya ser bi Dihokê ye, duh şev li Şengalê ji ber krîza dil şehîd bû.

Diyar Amêdî ji salên 1990’î ve weke aktîvîstek û di van salên dawiyê de jî weke rojnamevanek kar û xebat di çarçoveya ragihandina azad de li Iraq û Başûrê Kurdistanê meşand.

Ji ber rexneyên xwe yên tund ên li ser medya dîjîtal li siyaseta PDK’ê, kar û çalakiyên xwe yên li dijî zextên PDK’ê li ser çalakgerên Behdînanê gelek caran ji aliyê PDK’ê ve tê girtin û tehdîtkirin. Li gorî agahiyên ku Rojnewsˊê ji hevalên wî yên kar girtine, herî dawî ji ber tehdît û hewldanên PDK’ê yên kuştina wî neçar dimîne, berê xwe bide Şengalê û xebatên xwe yên lêkolînê di çarçoveya Şengalê û Êzidiyan de bimeşîne. Xebatên xwe li ser fermanê dimeşand û xebatên belgekirin û lêkolînê yên rojnamevanî dimeşand.

Herî dawî jî li dijî dagirkeriya Tirk a li herêma Amêdiyê hem tevlî çalakiyên li asta Iraqê bû û hem jî li ser medya dîjîtal xebateke berfireh a hişyarîkirin û agahdarkirina gel dimeşand. Bi taybet ji ber dagirkeriya Tirk a niha li Amêdiyê di nava hewldanên girîng de bû û dixwest li dijî PDK’ê û dagirkeriya Tirk di çarçoveya ragihandina azad û welatparêziyê de hewldaneke diyar bide.

Li gorî agahiyên ku hevalên wî yên kar dane ajansa Rojnewsˊê, di van demên dawiyê de gelek xema Amêdiyê ku di bin dagirkeriya Tirk de ye xwariye û her gotiye, divê xebateke mezin ji bo parastina Behdînanê bike.

Diyar Amêdî duh li mala xwe ya li Şengalê girtibû de, ji ber krîza dil şehîd bû. Piştre ji bo teşxîsê cenazeyê wî rakirin nexweşxaneya Xanesorê ya Şengalê û li wir jî hate zanîn ku ji ber krîza dil şehîd bûye.

Piştî malbat hate agahdarkirin îro ji Dihokê derbasê Şengalê bû. Malbat cenazeyê kurê xwe ji bo bispêrin axê derbasê cihê jê dayik bûye Dihokê kirin.