Koçber li benda vegerê, xwendekar li benda dibistanan e

Koçberên ku ji ber êrişên dawî xwe spartibûn herêma Cizîrê, hîn li benda vegera bi ewle ne. Li gorî peymana QSD û hikumeta demkî pêwîstbû heta niha veger pêkbihata, lê astengî derketine. Vê yekê jî li zêdebûna pirsgirêkên koçberan, nehişt ku dibistanên koçber tê de ne werza duyemîn bidin destpêkirin.

Koçber li benda vegerê, xwendekar li benda dibistanan e
8 adar, 2026   12:34
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Yek ji xalên girîng ên peymana 29`ê Çileyê (2026) ya di navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, vegera koçberan a bi ewle ye. 

Dema ku komên hikumeta demkî ya Suriyeyê ji 6 heta 12’yê Çileya 2026’an êrişî Şêxmeqsud, Eşrefiye û Benî Zêd ên Helebê kirin, derdora 150 hezar kes neçar man ku derbasî bajarên Tebpa, Reqa, Kobanê û herêma Cizîrê bibin.

Di 18`ê Çileyê de jî dema êrişî Tebqa û Reqayê hate kirin. Ji ber êrişên ku heta 28`ê Çileyê dom kirin, li gel koçberên ku ji Efrîn, Şehba û Helebê hatine bi deh hezaran kesan koçî Cizîrê kir.

Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd, 175 hezar kes derbasî herêma Cizîrê bûn û li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin.

BANDORA LI SER PERWERDEYÊ

Bajarê ku herî zêde koçber lê kom bûn bajarê Qamişlo ye. Ji ber ku hejmara koçberan zêde bûn, cihên wekî dibistan, mizgeft û akademî jî ji bo wan hatin vekirin.

Dema koçberî çêbû, li dibistanên herêmê werza yekemîn a perwerdeyê bi dawî bibû (15 Çile 2026), lewma bicihbûna li dibistanan astengiyek ji bo perwerdeyê dernexistibû.

HEWILDANÊN JI BO VEGERÊ

Piştî ku 29`ê Çileyê peymana QSD û hikumeta demkî hat îmzekirin, mijara koçberan jî bû rojevek girîng. Nexasim xalek peymanê vegera bi ewle ya koçberan e.

Di çarçoveya peymanê de ji bo vegera koçberan bi saziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û hikumeta demkî re, hevdîtin hatin kirin û komîte hatin avakirin. Li gorî xebatên ku ji aliyê Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê û Kombenda Civakî ya Efrîn ve tên meşandin, plan hat derxistin ku dest bi vegera koçberan bê kirin.

16`ê Sibatê jî Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wekî destpêkê wê 400 malbat vegerin Efrînê (Cindirês, Şiyê û Mabata), piştre jî kom bi kom hemû koçber wê vegerin. Lê piştî daxuyaniyê ji ber hin pirsgirkên ku ji aliyê rayedaran ve nehatin eşkerekirin, veger pêk nehat.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî di nerînek xwe ya ku dabû ragihandinê diyar kiribû ku 400 malbat ji bo vegerê hatine amadekirin, lê ji ber astengiyan hîn jî neçûne.

WERZA DUYEMÎN DEST PÊ KIR, LÊ DIBISTAN DAGIRTÎ NE

Li gorî sîstema perwerdeyê werza duyemîn pêwîstbû 25`ê Çileyê bihata destpêkirin, lê ji ber rewşa koçberan betlane hat dirêjkirin. Bi amadekariyên vegerê re, koçberên li dibistanan wê di beşa yekemîn de biçûna Efrînê. Lê ji ber ku veger pêknehat dibistan jî nehatin valakirin. Vê yekê bandor li ser perwerdeyê kir.

Piştî taloqkirina 17 rojan werza duyemîn a perwerdeyê 12`ê Sibatê dest pê kir, lê dibistanên ku koçber tê de ne ji bo xwendekaran nehatin vekirin.

LI KÎJAN BAJARAN ÇEND DIBISTAN

Li gorî agahiyên ku rayedarên Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Cizîrê û Rêveberiyên Dibistanan ên bajaran dane ANHA`yê, li hin bajarên Cizîrê koçber di piraniya dibistanan de ne, li hin cihan werzê duyemîn dest pê kiriye û li hinan jî hîn nehatiye destpêkirin.

Rêveberiya Dibistanan a Bajarê Qamişlo destnîşan kir li bajar û gundewarên wê 115 dibistan hene, ji wan li 45 dibistanên gundewaran perwerde ji 12`ê Sibatê ve didome.

Ji 70 dibistanên li navenda Qamişlo jî tenê li 2 dibistanên seretayî perwerde didome. Li gorî agahiyên Rêveberiyê li navend û gundewarên Qamişlo 101 dibistanan perwerde nayê dîtin.

Rêveberiya Dibistanan ji bo ku xwendekarên refa 12`an ên qonaxa amadahî ji xwendina xwe zêdetir dûr nekvin li bajar û bajarokên Qamişloyê 6 navend amade kirine. Li van navendan perwerde 8`ê Adarê dest pê kir.

Li bajarê Tirbespiyê û gundewarên wê 123 dibistan hene, di 7 dibistanên li navenda bajêr de koçber hene.

Li bajarê Dêrik û gundewarên wê 142 dibistan hene, li navenda bajêr tenê dibistanek koçber lê tune ne ew jî ji bo xwendekarên refên 9 û 12`an hatiye amadekirin. Li çend dibistanên li gundan jî koçber hene, lê bi giştî perwerde di 17`ê Sibatê de li gundewarên Dêrikê hatiye destpêkirin.

Li bajarê Girkê Legê û gundwarên wê 55 dibistan hene, ji wan li bajêr û gundan 7 dibistan koçber lê hene.

Li bajarê Til Temir û gundewarên wê koçberên Serêkaniyê tenê li 3 dibistanan hene, perwerdeya xwendekaran ji destpêka Adarê ve didome.

Li bajarê Amûdê û gundewarên wê 66 dibistan hene, koçber di 9 dibistanan de ne. li dibistanên din xwendekaran ji 1`ê Adarê ve dest bi perwedeya xwe ya werza duyemîn kirine.

Li gelek bajarên ku koçber li dibistanan bi cih bûne, rêveberiyên dibistanan planeke ku hemû xwendekar karibin perwerdeya xwe bidomînin danîne. Li hin deveran perwerde li ser 2 beşan (sibeh û piştî nîvro) rojan tê dayîn.

Li gor agahiyan wê sibe 400 malbatên koçber biçin Efrînê. Komên din jî wê piştre li gorî plansaziyekê vegersi warên xwe. Bi vegerê re wê rewşa perwerdeyê jî asayî bibe. 

ANHA