Îsraîlê li başûrê Lubnanê avahiyek kombebaran kir: 19 kuştî

Di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê ya li dijî avahiyekê de 19 kes hatin kuştin. Ji ber wêraniya mezin a li avahiyê bûye zehmetî li pêşiya xebatên lêgerîna li binê kavilan hene.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê avahiyek kombebaran kir: 19 kuştî
8 adar, 2026   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate ragihandin ku balafira Îsraîlê li bajarokê Seyr Rojava yê navçeya Nebetiya ya başûrê Lubnanê avahiyek 3 qat bombebaran kir. Di encamê de 19 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji dîmenên di medyaya dijîtal de hatin parvekirin, wêraniya mezin a li avahiyê bûye diyar dibe. Ev yek jî xebatên lêgerîn û inqazê yên ekîbên parastina sivîl û ambulsanê zehmet dike.

Li gorî medyaya Lubnanê, di encama êrişên Îsraîlê yên ji berbanga îro yên li ser xaniyekê li bajarokê Îtîtê yê navçeya Siwerê de 3 kes hatin kuştin û hin birîndar bûn. Li bajarokê Şiêtiyê jî 4 kes hatin kuştin. Di êrişa li bajarokê Cebel El Betimê ya li ser çayxaniyekê de 3 kes hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn, di êrişa li bajarokê Qanayê ya li ser xaniyekê de 4 kes hatin kuştin, her wiha di êrişa li ser bajarokêa Tifaha yê navçeya Seydayê de 5 kes hatin kuştin.

(bb)