Li Idlibê ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da

Li gundewarê Idlibê ji ber teqîna mayînekê ya bermahiyên şer zarokekî jiyana xwe ji dest da. Li gorî SOHR'ê, ji destpêka îsal (2026) ve ji ber teqînên bermahiyên şer 94 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li Idlibê ji ber teqîna mayînekê zarokekî jiyana xwe ji dest da
8 adar, 2026   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Hate zanîn ku li gundê Berse yê Meeret El Nûman ê Idlibê zarokekî 14 salî ji ber teqîna mayînekê ya bermehiyên şer jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ji destpêka îsal (2026) ve di encama teqîna bermahiyên şer de 28 jê zarok û 7 jê jin 94 kes mirine, her wiha jê 62 mêr, 38 zarok û jinek  101 kes birîndar bûne.

(bb)