Ciwanên Ermen êrişa li dijî Dêra Mar Îlyas şermezar kir

Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokrat bi daxuyaniyekê êrişa xwekujî ya li dijî Dêra Mar Îlyasê  şermezar kir û diyar kir ku ew êriş tenê ne êrişeke ji rêzê ya terorî bû, lê berdewama polîtîkaya ku li dijî gelê Xiristiyan têne kirin e.

Ciwanên Ermen êrişa li dijî Dêra Mar Îlyas şermezar kir
26 hezîran, 2025   22:22
HESEKÊ

Di 22’yê Hezîranê de, li dijî Dêra Mar Îlyas a li taxa Diwêla ya li bajarê Şamê êrişeke xwekuj hatibû kirin. Di encamê de bi kêmanî 25 kes şehîd bûbûn û 63 kes jî birîndar bûn.

Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk li Dêra El Muqedese ya Ermenên Katolîk a li bajarê Hesekê, bi daxuyaniyekê êrişa li dijî Dêra Mar Îlyas şermezar kir û ji bo bîranîna qurbaniyan mûm pêxistin.

Di daxuyaniyê de endam û rêveberên Tevgera Ciwanên Ermenî, Meclîsa Ermen, Partiya Yekitiya Ermen, Meclîsa Ermenî ya Hesekê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û gelek kes amade bûn.

Daxuyanî ji aliye Hevseroka Tevgera Ciwanên Ermenî yên Demokratîk Lusnak Kapûryan ve bi zimanê Erebî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişa li ser Dêra Mar Îlyasê bi tundî hat  şermezarkirin, hate diyarkirin ku êrişa li dijî  gelê ku di îbadetxaneyeke bi ewle de îbadeta xwe dikir de sucekî nayê efûkirin e.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin;

“Em ji malbatên mexdûran re sersaxiyê dixwazin û birîndaran jî şifeya xêrê dixwazin. Em piştgiriya xwe ji bo civaka me yê Ermen ku perçeyek esasî yên axa Sûriyeyê ne raber dikin. Ev êriş tenê ne êrişeke ji rêzê ya terorî bû, berdewama polîtîkaya ku gelê Xiristiyan dike hedef bû, anku bi bîrxistina di bîra me ya civakî de ku tirajediyên ku nayên jêbirin bû.

Wekî Tevgera Ciwanên Demokrat a Ermenistan, daxwaz dikin ku hikûmeta Sûriyeyê û saziyên têkildar ên navneteweyî lêpirsînek awarte û berfireh bidde destpêkirin, tawanbarên berpirsiyar bigirin û parastina li dora taxên ku çandên cuda dijîn zêde bikin.

Em piştgiriyê didin hemû hewildanan ji bo domandina cihêrengiya olî û çandî wekî hêzek ji bo neteweyê.

Terorîzm ne tenê kevirên dêrê tehdîd dike, lê di heman demê de dixwaze aramî û aşîtiya bi hezaran salan ku li ser vê axê tê jiyîn ji kokê rabike. Em diyar dikin ku nifş bi nifş  dê ala aşîtiyê bilind bikin û bi biryardarî meşa xwe bidomînin.

Em weke tevgeran ciwanan diyar dikin ku ji bo edalet û rûmetiya pêşeroja Sûryeyê, wê ev sucên heyî ji bo me nebin asteng. Em ê mafê azadiya zarokên xwe li ser xaka pêşiyên me heya dawî biparêzin.”

Di daxuyaniyê de ji bo bîranîna qurbaniyan mşm hatin pêxistin û wêneyên Dêra Mar Îlyasê hatin bilindkirin.

(bm/bb)

ANHA