Kobanê roja 23’yan: Gel hewl dide dorpêçê bişikîne lê…

Hevserokê Desteya Aborî ya Kantona Firatê Ezîz Ebdî, destnîşan kir ku dorpêça li ser Kobanê 23 rojin didome, li hemberî vê yekê gel hewl dide bi rêyên qaçax pêdiviyan peyda bike, lê komên girêdayî hikûmeta demkî bacê ji wan distînin, lewma buhayê wan zêde  dibe.

11 sibat, 2026   11:01
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Ezîz Ebdî derbarê dorpêça giran a li ser Kobanê û hewldanên welatiyan ên ji bo pêşwazîkirina pêdiviyan de, ji ANHA’yê re axivî.   

Ezîz Ebdî bibîr xist ku ji ber êrişên komên girêdayî hikûmeta demkî ya Suriyeyê û dewleta Tirk, gelek kesan koçî navenda Kobanê kiriye, lewma rewşa jiyanî jî zehmet bûye.

Ebdî da zanîn ku li ser koçberiyê dorpêçek giran li ser bajar hatiye danîn û ev 23 rojin berdewam dike. Ezîz Ebdî diyar kir ku ji ber dorpêçê pêdiviyên jiyanî yên weke av, xurek, derman û sotemenî hema bêje nemane û şênî bi nexweşiyan re rû bi rû dimînin. 

Hevserokê Desteya Aborî anî ziman ku li hemberî dorpêçê, hinek bazirganên herêmê û şênî hewl didin ku bi rêyên qaçax hinek pêdiviyên weke xurek û sewzeyan bînin bajar, lê hêzên hikûmeta demkî li ser rêyan baceyên giran ji wan digirin, lewma dema tiştek were bajar jî, buhayê wan zêde dibe.    

Ezîz Ebdî diyar kir ku heta niha tu rê nehatine vekirin û bang li aliyên eleqedar kir ku dorpêça li ser bajar bi lezgînî rakin.

ANHA