Ji rojnameyên Erebî: Serokomariya Iraqê, zextên li ser Îranê

Hevdîtinên partiyên Kurdan ên Başûrê Kurdistanê ji bo hilbijartina serokkomar didomin. Li Tehranê pirsgirêkên aborî û cezayên navneteweyî bi hesabên kêmkirin an jî zêdekirina rageşiya herêmî ve girêdayî ne. Di heman demê de civîna Trump-Netanyahu bandorên xwe yên ku ji çarçoveya dualî wêdetir diçin, dihewîne.

Ji rojnameyên Erebî: Serokomariya Iraqê, zextên li ser Îranê
11 sibat, 2026   10:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de cih da hevdîtinên PDK û YNK’ê yên ji bo diyarkirina serokkomarê Iraqê, aloziya Îranê û encamên civîna çaverêkirî ya di navbera serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump û serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de.

‘NÎŞANÊN LIHEVKIRINEKE KURDAN LI SER SEROKKOMARIYA IRAQÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat bal kişand ser dosyaya serokkomariya Iraqê û diyar kir ku "agahî hatin bidestxistin ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser destnîşankirina namzetekî gihaştine rêkeftineke destpêkê."

Rojnameyê da zanîn ku "Ev lihevkirina muhtemel bi encama lihevkirina di navbera hêzên Çarçoveya Hemahengiyê de yên têkildarî namzetê serokwezîr jî ve girêdayî ye. Ji ber ku li gorî destûrê, serokkomar berpirsê diyarkirina namzetê bloka herî mezin a parlamentoyê ya ji bo avakirina hikumetê ye. Koalîsyonên Şîe, di nav de Koalîsyona Dewleta Qanûnê û Koalîsyona Jinûveavakirin û Geşepêdanê, bang li hêzên Kurd kiriye ku lezê bidin temamkirina şertên destûrî, di serî de jî hilbijartina serokkomar."

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên siyasî; "Lihevkirinek di navbera her du partiyên Kurdan de nêzîk e. Li gorî wê, ev lihevkirin dê bi lihevkirineke berfireh re were kirin ku dê hikumeta herêmê jî bigire nava xwe. Namzetiya Nûrî El Malikî ji bo serokwezîriyê hîn jî dibe sedema gumanên navxweyî û hişyariyên derveyî yên li ser bandorên potansiyel ên aborî. Di heman demê de, YNK’ê ji ber axaftina li ser lihevkirina dawîn hişyarî da û diyar kir ku ew israr dike ku posta serokkomariyê para wê be. Nakokî li ser dabeşkirina postan di hikumeta herêmî ya pêşerojê de jî dewam dikin."

‘ÎRAN DI NAVBERA KRÎZA HEGEMONYAYÊ Û HEGEMONYAYA KRÎZÊ DE’

Der barê Îranê de, rojnameya El Xelîc destnîşan kir ku Tehran bi qonaxekê re rû bi rû ye ku ji têgeha "krîza aborî” derbasî "hegemonyaya krîzê" ya li ser avaniya dewlet û civakê dibe.

Rojnameyê bal kişand ser cezayên domdar ên li ser Îranê û zexta li ser nirxê pereyê wê û zêdebûna rêjeyên enflasyonê.

Rojnameyê destnîşan kir ku pirsgirêkên aborî yên navxweyî û rageşiya herêmî bi hev ve girêdayî ne û da zanîn ku paşketina hêza kontrolkirina xwepêşandanan û zêdebûna nêzîkatiyên ewlehiyê pirsgirêka baweriyê li hundir kûrtir dike.

Rojnameyê her wiha îşaret pê kir hewldanên Kendavê û Ewropayê ji bo kêmkirina rageşiyê û misogerkirina xwezaya aştiyane ya bernameya nukleerî ya Îranê dewam dikin. Li beramberî wê rageşiyên berdewam ên têkildarî dosyaya nukleerî û bernameyên mûşekan dewam dikin. Bangên guhertina nêzîkatiyên siyasî li şûna guhertina pergalê jî têne kirin.

‘CIVÎNA TRUMP-NETANYAHU; 3 SENARYOYÊN MUHTEMEL’

Rojnameya El Nehar bal kişand ser serdana Netanyahu ya Washingtonê û civîna wî ya çaverêkirî ya bi Trump re. Rojnameyê diyar kir ku nezelaliya li dora helwesta rêveberiya DYA’yê ya li ser êrişeke leşkerî ya muhtemel li dijî Îranê, herêmê bi gelek îhtimalan re rû bi rû dihêle.

Rojnameyê 3 senaryo ji bo civînê pêşkêş kirin; 1- Netanyahu bi tesbîtkirina xetên sor ên Îsraîlê her lihevkirineke muhtemel di navbera Washington û Tehranê de asteng bike. 2- Dibe ku DYA li tesîsên nukleerî yên Îranê bide. 3- Ku ev gav beşeke manewrayeke siyasî ya berfirehtir e. Lê di dawiyê de hate gotin: "Li gorî çavkaniyên Îsraîlê, Netanyahu hewl dide rasterast bandorê li ser rêveçûna dan û standinan bike û her lihevkirineke ku bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê nagire nav xwe, red bike. Di vê navberê de, Tehran hewldanên xwe yên dîplomatîk, di nav de şandina şandeyên payebilind bo Omanê, wek beşeke birêvebirina kanalên ragihandinê yên nerasterast bi Washingtonê re didomîne."

(bb)