Di navbera xwendekaran û hêzên hikumetê de pevçûn derket

Duh bi şev piştî ku hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî li xwendekarekî ji Derayê da, di navbera xwendekaran û hêzên ewlekariyê de pevçûn derket.

Di navbera xwendekaran û hêzên hikumetê de pevçûn derket
11 sibat, 2026   11:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê ragihandine, duh bi şev li wargeha xwendekarên Zanîngeha Humusê endamên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê gotinên xirab li xwendekarekî ji Derayê kir û piştre lê dan.

Li gorî agahiyan, endamekî hêzên ewlekariyê endamên din li dora xwe kom kirin, xwendekar jî alîkarî ji hevalên xwe xwest. Di encamê de pevçûn çêbû.

Têkildarî bûyerê zanyariyên zêdetir bi dest neketin.

(bb)