Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’

Jinên di qadên aborî, ekolojî, civakî, dîplomasî de lêkolînên wan hene, di komxebata bi navê, “Gavên Jinan Li Ser Şopa Çeman” de pirsgirêkên avê, têkiliyên jin û avê, rêyên çareseriyê nîqaş dikin. 

Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
Li Qamişlo komxebata ‘Gavên Jinan li Ser Şopa Çeman’
2 gulan, 2024   13:38
QAMIŞLO

Komxebat ji aliyê Platforma Jin a Ekolojiyê û Beşa Jineolojî ya Zanîngeha Rojava ve bi dirûşmeya “Aveke Azad Jiyaneke Azad” li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo dest pê kir. 

Jinên ku li Kantona Cizîrê di qada aborî, dîplomasî, ekolojî û civakî de kar û xebatan dimeşînin, endamên Kongra Star û ji gundê Jinwar gelek jin beşdarî komxebatê dibin.

‘PIRSGIRÊKÊN EKOLOJÎK Û NÊRÎNA JÎNEOLOJIYÊ’

Piştî deqeya rêzgirtinê, komxebat bi semînera “Bi Nêrîna Jîneolojiyê Pirsgirêkên Ekolojîk” ku ji aliyê Mamosteya Beşa Jîneolojiyê Zozan Mihemed ve hat dayîn, dest pê kir.

Zozan Mihemed diyar kir ku pirsgirêka ekolojî û jîngehê bi taybet piştî şerên cîhanê zêdetir bûye û ji bo qezenca zêde, neheqiyeke mezin li jîngehê hatiye kirin. Zozanê destnîşan kir ku bi rakirina desthildariya li ser jinan wê desthildariya li ser ekolojiyê jî bidawî bibe.

Zozan Mihemd da zanîn ku pîvanên bingehîn ên civaka xwezayî hevsengî, ahengî, yekparebûyîn e û wiha dom kir: “Her tişt girêdayî hev e, bi dûrbûna mirovan a ji xwezayê re, hevsengi tê xerabkirin. Sedema dûrbûnê jî sîstema desthildar e. Çawa li ser jinan desthildarî pêk tê, li ser xwezayê jî heman tişt pêk tê. Sîstema kapîtalîst her tişt xistiye bin destê xwe. Li Rojhilata Navîn mirov dûrî xaka xwe dikevin û dest davêjin zindiyên din, êdî hevserngiya wê diçe. Pirsgirêka ekolojiyê ji ber reşkirina heqîqeta xwezayê derdikeve. Dibêjin xweza mirî ye, mirov navenda her tiştî tê dîtin.”

Zozan Mihemed destnîşan kir ku paradîgmaya li ser hîmê demokrasî, ekolojî û azadiya jinê dibe rêya çareseriyê û got: “Pêşxistine eko-aborî, ekoljiya civakî, başkirina têkiliya di navbera mirov û xwezayê de, derketina li dijî dagirkerî û mêtingeriyê çareseriya pirsgirêkên ekolojiyê ye.”

‘TÊKILIYA JIN Û AVÊ’

Semînera duyemîn a komxebatê bi navê “Têkiliya Jin û Avê” ji aliyê Endama Platforma Jin a Ekolojiyê û Cîgira Hevserokatiya Desteya Şardariyan a Kantona Cizîrê Bêrîvan Omer ve hat dayîn. Bêrîvan Omer diyar kir ku jinan aramî li cîhanê çêkiriye, lê sîstema desthilatdar zora herî mezin li jinê dike û wiha dom kir:

“Mirovahî li kêleka çeman bi pêşgiya jinan pêş ket, lê zîhniyeta zilam a serwer her ku çû zor pêk anî. Li gorî mitolojiyê ji bo ku lehî ranebin, jin wekî qurban noqî çem dikirin. Ev yek li çemê Nîlê çêbûye. Di mîtolojiyê de jinan dişibînin avê; ji ber ku zelal e, xwe diguhere, baqije û jiyanê dide. Çemê Ganj ê li Hindistanê, çemê Şerîa yê li Urdinê û çemê Anahîta yê li Rojhilatê Kurdistanê bi navê xwedawendan hatine binavkirin. Gelek kes ji bo gunehên wan bên efûkirin xwe di nava van çeman de dişon.”

Bêrîvan da zanîn ku dostaniya jin û avê pir kevin e û wekî zora liser jinan tê meşandin, av di bin zordariyê de. Bêrîvanê got: “Niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mirina çeman tê dîtin. Çemê Xabûr yek ji wan e, pêwîstiya çeman bi parastin û zindîbûnê heye. Dema jiyan di destê jinan de bûn, hemû diherikîn, dema sîstem bû sîstema desthildaran, ev çem hêdî hêdî zuha dibin.”

`ŞOPA ÇEMAN-CEQCEQ`

Di komxebatêde semînera sêyemîn bi navê; “Şopa Çeman-Ceq-Ceq” ji aliyê Lêkolînvana ji Zanîneha Azad a Berlînê (Freie Universitat-Berlin) Şermîn Guven ve bi rêya online hat dayîn. Şermîn diyar kir ku berî mirovahiyê çem wekî parçeyekî girîng ê ekolojî hebûn, lewma divê bi têkoşîneke xurt bên parastin.

Şermîn bal kişand ser bandora bikaranina xirab a li ser çeman û çemê Ceqceq ê ji navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê û di nava Qamişlo re derbas dibe wekî mînak da. Şermîn da zanîn ku,  ava çemê Ceqceq spî bû, lê ji ber kiryarên dagirkeran niha reş bûye.

Di nava semînerê de dîmenek ku ji nêrînên welatiyên malên wan li derdora çemê Ceqceq ne pêk tê jî hat temaşekirin. Welatiyên nêrîn dane, diyar kirin ku ji ber qirêjiya çem û bandor wê gelek jin nexweş ketine û zarokên wan çênabin. Hinek zarok ji bi rengekî nexweş ji dayik bûne.

Xwendekarên beşa Kîmya ya Zanîngeha Rojava Yasmîn Casim û Hemdiye Omer jî dan zanîn ku di encama madeyên kîmyewî de guhertineke mezin di çeman de çêdibe, gemar dibin û bandore li zindiyan dikin. Xwendekaran bal kişandin ku dema bi ava kanalîzansyonê çandinî tê kirin jî, nexweşî zêdetir dibin û divê neyê bikaranîn.

Komxebat bi semînerên “Bi Şahidiya Jinan Serpêhatiya Çemên Rojava”, “Bandora Pirsgirêkên ava vexwarinê li ser civakê” û “Bandora Rêbazên Çandiniyê li ser Avê” berdewam dike.

(ekip/a)

ANHA