Kîevê cenazeyên hezar leşkerên xwe wergirtin

Ukraynayê diyar kir ku Rûsyayê şeva borî bi balafirên bêmirov êrişî Kîevê kir, di encamê de 9 kes birîndar bûn, zirarên mezin bi avahiyên li bajêr bûn. Li kêlek wê jî Kîevê cenazeyên hezar leşkerên xwe ji Rûsyayê wergirtin.

Kîevê cenazeyên hezar leşkerên xwe wergirtin
23 cotmeh, 2025   16:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatên Ukraynayê diyar kir ku şeva borî Rûsyayê bi balafirên bêmirov êrişî Kîevê kir, di encamê de 9 kes birîndar bûn, bi dehan cih birîndar bûn.

Ev pêla êrişan a van 2 rojên dawî, di çarçoveya hemleya Rûsyayê ya li dijî binesaziyên enerjiyê de ye.

Berpirsên Ukraynayê destnîşan kir ku di êrişên Rûsyayê yên duh de, herî kêm 7 kes hatibûn kuştin û kehrebe li gelek herêman qut bûbû.

Li aliyekî din jî, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di axaftina xwe ya li Konseya Ewropayê de bang li dewletên Ewropayê kir ku çekên dûravêj bidin welatî wî.

Zelensky daxwaza beşek ji pereyên Rûsyayê yên li Ewropayê hatine cemidandin kir, da ku bi wan pereyan çekan bikirin.

Di aliyekî din de jî, Rêveberiya Dîlgirtiyên Şer a li Ukraynayê, ragihand ku radestkirina cenazeyan di 23’yê Cotmehê de bi hevkariya Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor (CICR) pêk hat.

Ukraynayê di havînê de jî cenazeyên hezar leşkerî teslîm girtibûn. Ev rewş giranbûna pevçûnê li rojhilat nîşan dide.

Di destpêka Cotmehê de, Moskow û Kîevê bi awayekî berdêlî 185 dîlgirtiyên şer berdabûn.

Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelensky, ragihand ku zêdetirî 46 hezar leşker di şer de mirine û bi deh hezaran leşkerên din jî winda yan jî dîlgirtî ne.

Medyayên weke BBC û Mediazona radigihînin ku di 3 sal û nîv ên dawî de zêdetirî 135 hezar leşkerên Rûsyayê mirine, lê diyar dikin ku dibe ev hejmar zêdetir be.

(fr)