Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk şehîd Bêrîtan bi bîr anî

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê şehîd Bêrîtan di salvegera 33'yemîn a şehadeta wê de bi bîr anî û got, "Di dilê her jinek di oxira azadiyê de tê dikoşe de, ye."

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk şehîd Bêrîtan bi bîr anî
23 cotmeh, 2025   17:59
QAMIŞLO

Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk a kantona Cizîrê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 33'yemîn a şehadeta wê de, bi bîr anî.

Merasîma bibîranînê li navenda kongreyê, bi amadebûna endamên Meclisa Jinan, Kongreya Îslama Demokratîk û Meclisa Ol û Baweriyan hat lidarxistin.

Di merasîmê de rêvebera Meclisa Jinan a kongreyê Welîde El Riyadî li ser dîroka jinan di bin desthilatdariya zihniyeta baviksalariyê de axivî û got ku têkoşer Bêrîtan nimûneya serhildana li dijî vê desthilatdariyê bû û rêya rizgariyê li pêşiya jinan vekir.

Welîde El Riyadî diyar kir ku jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şehîd Bêrîtan pêşengê xwe dibînin û got Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) jî berdewama fikr û têkoşîna wê bû.

Endama Navenda Lêkolînên Îslamî ya kongreyê Kînda Kenan anî ziman ku "Şehîd Bêrîtan bi fikir û berxwedana xwe di dilê her jinekê di oxira azadiyê de tê dikoşe de, ye. Em soza şopandina rêça wê û hemû şehîdan didin ku civakek demokratîk, azad û wekhev ava bikin".

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Bêrîtan hat pêşandan.

(mh/fr)

ANHA